Cenazeyên 9 welatiyan ji aliyê deh hezaran ve hatin definkirin
QAMIÞLO
Cenazeyên 9 welatiyên ku di êrîþa çeteyan a li bajarê Qamiþlo de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hatin definkirin.
Merasîma cenazeyên 9 welatiyan ku li Goristana Þehîd Delîl Saruxan hate lidarxistin, piþtî axaftina Serokwezîr Ekrem Hiso û rêvebera TEV-DEM’ê Henîfe Hisên, bi axaftina endamê ENKS’ê Luqman Yusuf dom kir. Yusuf diyar kir ku gelê kurd bi serhildana 12’ê Adara 2004’an re azadiya xwe nas kiriye û got ku ew ê þehîdên 12’ê Adarê jibîr nekin.
Piþtre Serokê Wezîrê Rêveberiyên Herêmî û Þaredariyan Ebdulmesîh Çoxo axivî. Çoxo diyar kir ku kesên jiyana xwe jidest dane, hevalên wan ên xebatê bûne û soz da ku ew ê li ser riya wan bimeþin.
Endamên malbatên 9 welatiyên jiyana xwe ji dest dane jî yek bi yek derketin ser dikê û axaftin kirin. Di axaftinan de soza þopandina riya þehîdan hate dayîn.
Piþtî axaftinan endamên hikûmetê endamên malbatên 9 welatiyan yek bi yek hembêz kirin û sersaxî xwestin.
Piþtre cenazeyên 9 welatiyan di nava tîlîlî û dirûþmeyan de spartin axê. Piþtî merasîmê girse belav bû.