Enqere
300 akademîsyen, piştî di çarçoveya doza KCK'ê de Prof. Dr. Buşra Ersanli û nivîskar Ragip Zarakolu hatin girtin, kampanyaya "Em jî dixwazin li akademiya BDP'ê dersê bidin" dan dest pê kirin. Akademîsyenan pişt re BDP ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.
Rewşenbirên ku di nav wan de Prof Dr. Işil Unal, Doç. Dr. Sîbel Ozbudun, Doç. Dr. Seçkîn Ozsoy, Doç. Dr. Sevîlay Çelenk, Doç. Dr. Gulseren Adakli, Dr. Faruk Alpkaya û Lêkolîner Ahmet Kardam jî hene, çûn serdana Navenda Giştî ya BDP'ê. Heyeta akademisyenan, ji aliyê Cîgirê Hevserokên BDP'ê Hamit Geylanî û Yuksel Mutlu û parlementerê BDP'ê yê Edeneyê Murat Bozlak ve hatin pêşwazîkirin.
300 akademîsyenan vîna xwe eşkere kirin
Di ziyaretê de Dr. Faruk Alpkaya, diyar kir ku piştî wan bihîst ku Prof. Dr. Buşra Ersanli nivîskar Ragip Zarakolu û Ayşe Berktay hatin girtin, li ser înternetê kampanya dan destpêkirin. Alpkaya, anî ziman ku di nava 24 saetan de 300 akademisyenan vîna xwe eşkere kirin û beşdarî kampanya "Em jî dixwazin li akademiya BDP'ê dersê bidin" bûn.