Diyarname
Ji bo eşkerekirina serketiyê Pêşbaziya Arjan Arî îro li Egîtîm-Sena Amedê daxuyanî hate dayîn. Kordînatorê pêşbaziyê Reşo Ronahî wisa got: "Di vê demê de li ser kurdî, li ser nasnameya kurdî zordarî zêde bûn lewma pêşbaziya me jî gelek ket bin bandora vê yekê. Îsal 3 dosya ji bo pêşbaziyê hatin şandin û ev yek encam rewşa polîtîk a heyî ye."
Juriya ku ji Osman Memed, Dîlber Hêma, Ulku Bingol, Necla Arî û Berken Bereh pêk dihat dosta nirxandin û dosyaya "Nameya Şîn" a helbestvan Emerîkê Sidîqayê layiqê yekemîniyê dît. Ronî got ku ew hêvî dikin dê ev dosya kedek bixe nava helbesta kurdî.
Her wiha amadekarên pêşbaziyê xelata rûmetê îsal dide TTB'ê (Yekîtiya Tabîbên Tirk).
Emerîkê Sidîqayê ku di pêşbaziyê de bi ser ket ji Erzeromê ye. Wî Zanîngeha Ataturk xwendiye.


