Stenbol
Koma Dansa Modern a Navenda Çanda Mezopotmayeyê destana Kawayê Hesinkar bi dans û teatrê derdixe ser dikê. Dê lîstik bi dansa modern û bi dengê dengbêjan bê xemilandin.
Derhêneriya lîstikê Apo Kaya dike, koreografiya lîstikê Serhat Kural û muzîkên lîstikê jî ji aliyê Emre Kocabaş ve tê amadekirin.
Li gor gotina Apo Kaya ev du sal in ew amadekariyên vê lîstikê dikin û dema metna lîstikê jî amade kirine, ji Zerdûştiyê derketine rê, ji Avesta û Şahnameya Firdewsî sûd wergirtine.
Di vê projeyê de danskarên profesyonel cih digirin ku hemûyan perwerdeya dansê girtine.
Endamên Dansa Modern ên NÇM'ê didin zanîn ku lîstik di meha gulanê de dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Sembola xirabiyê Ehrîman û sembola qenciyê Kawa dê bi du karakterên cuda bi zimanê dansê yê moden bêne pêşkêşkirin.
Ji Dansa Modern a NÇM’ê Serhat Kural dibêje ku di nav jiyanê de nûnerên başî û xirabiyê hene û van lê zêde dike: “Di lîstikê de ji reqsa nûjen bêtir dê girêdayî çîrokê, hêmayên teatral cih bigirin. Cara yekem di bin dengê dengbêjekî de dê req pêk bê.”


