AMED
Platforam Demokrasiyê ya Amedê, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rê û rêbazên demokratîk nayên bi karanîn, di polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê de hê israr tê kirin. Platformê destnîşan kir ku nîqaşkirina li ser deklerasyona ku ji aliyê 649 rêxistinên civakî ve hatiye weşandin, dê watedar bibe û got ku ew tevli vexwendina Wezîrê Karê Hundir Beşîr Atalay nabin.
Platforma Demokrasiyê ya Amedê bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir ku tevli vexwendina Wezîrê Karê Hundir Beşîr Atalay nabe.
Platformê diyar kir ku nîqaşkirina li ser deklerasyona ku ji aliyê 649 rêxistinên civakî ve hatiye weşandin, dê watedar bibe. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Deklerasyona me bê bersiv hate hiştin. Operasyon nehatin rawestandin. Li Înegol û Dortyolê li hemberî kurdan bûyerên lînckirinê rû da. Rêveberên hikumetê jî bi daxuyaniyên xwe pişta derdorên êrîşkar mist da."
Di daxuyaniyê de hate bi lêv kirin ku tu tehamûl ji azadiya ramanê re nayê nîşandan û ev tişt hatin gotin: "Di şexsê Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr de ev yek derketiye holê. Li gel ku ev nêzîkatî di holê deye em nikarin tevli vexwendina wezîr bibin."
Her wiha Serokê BDP'a Amedê Nijad Yaruk jî vexwendina Atalay red kiribû.
**
Nûçeya eleqedar:
- BDP'a Amedê: Atalay bila pêşî dev ji polîtîkayên xwe yên faşîst berde


