Diyarname
Didu ji Tirkiyeyê 7 biyanî vê hefteyê bi giştî 9 fîlm ketin vîzyonê. Ji biyaniyan "Pablo Escobar" ji vir jî em "Eskî Koye Yeni Adet" pêşniyar dikin.
Ji derhênerên kurd fîlmekî
Derhênerên kurd Ferit Karahan û Gulistan Acet bi hev re fîlmê "Eski Koye Yeni Adet" kişandiye. Di salên 1990'an de komek tenduristiyê tê gund û hemû jinên herî hindik sê zarokên wan hene ji bo carek din zarokan neynin spirnalê bi wan didin. Piştî ku ev koma tenduristiyê ji gund derdikevin diçin mêrên gund kom dibin û li ser ev tiştên ku bi jin^ne wan ve kirine dest bi nîqaşê dikin. Bi şaşfêmkirineke henekî dibêjin ev tiştê bi wan ve kirine mîkrofon e û bi vê re li gund her tişt diguhere, dîmenên komîk derdikevin holê.
Di fîlm de Bulent Emrah Parlak, Fusun Demirel, Burcu Gonder Parlak, Nail Kırmızıgül dilîzin.
Lordekê tilyakê Pablo Escobar
Tirs û navê lordê tilyakê Pablo Escobar li ser rûyê dinê navdar bûye. Fîlm çîroka wî û evîna wî rojnameger Virginia Vallejo digire dest. Escobar wekî dewlemendê herî bisûc tê zanîn. Niha çîroka wî li pêşberî temaşevanan e.
Di fîlmê ku Fernando Leon de Aranoa derhêneriya wî kiriye de Javier Bardem, Penelope Cruz, Fredy Yate, Peter Sarsgaard û Julieth Restrepo dilîzin.
Û fîlmên din ên hefteyê ev in:
- Sibirya / Derhêner Matthew Ross
- Mamma Mia: Here We Go Again / Derhêner Ol Parker
- The First Purge / Derhêner Gerard McMurray
- Mektoub, My Love: Canto Uno / Derhêner Damin Bahrani
- Hot Dog / Derhêner Torsten Kunstler
- Scarecrows / Derhêner Stu Stone
- Alita: Battle Angel / DerHêner Robert Rodriguez
- Fenomen / Derhêner Ebubekir Uygur,Ercument Kolay