STENBOL
Akademîsyenên ku li dijî girtina Prof. Dr. Buşra Ersanli û Weşanger Ragip Zarakolû yên di bin navê operasyona KCK'ê de hatin girtin nerazîbûn nîşan dan û tevli kampanyaya îmzeyê bûn, diyar kirin ku ew ê li Akademiya Siyasetê ya BDP'ê a ku tê xwestin îlegal bê nîşandan, ders bidin.
Serokê Komeleya Hîndekarên Zanîngehan Prof. Dr. Tahsîn Yeşîldere, Prof. Dr. Fatma Gok, Prof. Dr. Gencay Gursoy, Prof. Dr. Meryem Koray, Prof. Dr. Fusûn Ustel, Cîgir Doç. Dr Ayşen Candaş Bîlgen, Prof. Dr. Nazan Aksoy jî di nav de gelek akademîsyen û Endama Meclisa Partiyê ya BDP'ê nivîskar Ayşegul Devecîoglû, hunermend Julîde Kural, nivîskar Nadîre Mater, radyoger Gurhan Ertur û parêzer Hulya Gulbahar jî beşdarî daxuyaniyê bûn piştgirya ji bo Zarakolu û Ersanli bûn. Xwişka Ersanli Prof. Dr. Sirma Evcan jî beşdarî çalakiyê bû.
Li ser navê parêzeran Ezgî Şahîn daxuyanî da û diyar kir ku biryarên kêfî û nehiqûqê yên di bin navê operasyonên KCK'ê de nîşan dide ku Tirkiye ber bi rejîmeke otorîter ve diçe. Şahîn anî ziman ku Dadgehên Cezayên Giran ên ku li şûna Dadgehê Rêveberiya Awerte hatibûn avakirin, hiqûqa zordariyê pêk tînin.
Şahîn destnîşan kir ku di notên Ersanli de ‘Xwesiriya Demokratîk’, ‘hemwelatîbûna Tirkiyeyê’ derbas dibe û bi vî rengî wekî ku belgeyên rêxistinî hatine bidestxistin hatine pirsgiyarkirin û Ragir Zarakolû jî ji ber ku tenê beşdarê merasîma vekirinê ya akademiyê û ev yek jî wekî delîl hatiye nîşandan. Şahîn wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xwendekarên ku li akademiyê perwerde bûne hatine şopandin, di ketin û derketina avahiyên akademiya partiyê de dîmenên ku hatine kişandin bi awayeke zelal nîşan dide ku hiqûq di bin piyan de ye. Aliyê îdîa û hukmê darazê têk çûye, bi destê dadgehên rayetaybet bûne amûreke pêkutî, siyaset û mekanîzmaya tunekirînê."
Piştre Prof. Dr. Tahsîn Yeşîldere axivî u got ku ew wekî akademîsyen ji ber vê rewşê bi fikar in û wekî darbayeke li zanistê hatiye xsitn bi nav kir. Yeşîldere derbirî ku pêşîgirtina zanyar, rojnamger, siyasetmedaran nîşan dide ku Tirkiye ber bi noqteyeke tarî ve diçe û wiha berdewam kir: "Heke tê xwestin ku zanyar bi vî rengî bikevin girtîgehan wê demê pêşeroja Tirkiyeyê tarî ye. Em ji ber vê yekê bi fikar in. Em ji bo hevalên xwe yên girtî li vir in. Êdî dem hatiye. Bi belavkirina tirsê demokrasî pêk nayê. Divê li dijî vê her tişt bê kirin. Em alîgirên demokrasî, azadî û mafên mirovan in."
Yeşîldere got ku ew ê ji bilî kampanyaya îmzeyan li Akademiyên Siyasetê yên BDP'ê ku wekî îlegel tê xwestin bê nîşandin bi awayeke dildarî dersê bidin û ji bo vê yekê xebat dane destpêkirin.
Hîndekar Fatma Gok jî got ku ji ber ku fikar in û dixwazin hevalên wan Ersanli û Zarakolû netenê ne dê vê yekê bişopînin. Got diyar kir ku ew ê sibehê li Zanîngeha Bogazîçiye wekî akademîsyen meşê li dar bixin.
Hîndekar Meryem Koray jî bi gotina "ji bo ku raman bi awayeke azad bê îfadekirin em li vir in. Ji bo em dibêjin raman neyên kelepçekirin em li vir in" fikrên xwe anî ziman û got ku ev protestokirin divê wekî daxwaza çareserkirina pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û aştiyane jî bê fêmkirin.
Rojnameger Nevîn Sûngûr jî bilêv kir ku di dema 12'ê Îlonê de jî ew ditirsiyan lê wê demê baweriya wan ew bû ku ev pêvajê Dê demeke kin bidome, lê niha nizanin ku ev dem dê çiqas bidome.
Parêzer Ercan Kanar jî li dijî pêkanînîn dema lêpirsînê nerazîbûnên xwe anî ziman. Çalakiya şermezarkirinê piştî ku daxwazanmeyên ku hatibûn amadekirin pêşkêşî 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hate kirin bi çepikan bi dawî bû.
Ji ANF'ê hatiye girtin