Diyarname
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li Tirkiyeyê roja hilbijartina giştî ya sala 2015'an eşkere kir. Li gor biryara YSK'ê roja 7'ê pûşperê roja yekşemê dê hilbijartina giştî li dar bikeve. YSK'ê ji bo kesên bibin berendamên mebûsiyê jî agahî da û got ku ger ji memûrên dewletê kesek bixwaze bibe berendam divê heta 10'ê meha reşemî ji karên xwe îstîfa bikin.