Diyarname
Yekem jina Wezîra Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerïkayê (DYA) Madeleine Albright di 84 saliya xwe de îro mir. Di sala 1998'an de wê Talabanî û Barzanî anîbûn cem hev û peyman dabû îmzekirin.
Madeleine Albright di sala 1937’an de li Praga Çekyayê hatiye dinê. Di dema Serokdewletiya Bill Cilinton de karên wezareta derve ya DYA’yê girt ser milên xwe. Abright di navbera salên 1997-2001’ê de ev kar kir. Li ser şerê li Balkanan xebitî, dîplomasiya DYA'yê xurt kir û navek cidî li dû xwe hişt. Albrigth piştî karê wezaretê wekî hîndekar li zanîngehan ders da. Ew heta mir jî li Zanîngeha Georgetownê dersên dîplomasiyê dida xwendekaran.
'PUTINÎ ŞAŞÎ KIR'
Albrigth li ser şerê Rusya û Ûkraynayê ji bo New York Timesê nivîseke nivîsîbû û ji bo Putin gotibû “Ketina Ûkraynayê xetayeke dîrokî ye” û wisa nivîsî bû, “Ji dêvla ku Rusya rêya mezinkirina dewleta xwe saz bike, Ûkrayna dagir kir ku ev yek dê bibe sebeb ku welat ji aliyê dîplomatîk ve îzole bibe, ji aliyê aborî ve seqet bibe, û li hemberî rojavayeke hê xurtir û yekbûyî dê bêparastin bimîne. Dê derbe li navdariya Putin jî bikeve.”
TALABANÎ Û BARZANÎ ANÎN BA HEV
Wezîra Karên Derve ya DYA’yê di dema wezîrtiya xwe de ji bo kurdan jî xebitî. Ji aliyê konjokturê ve ji bo kurdan ne alîgerê serxwebûnê bû lê alîgirê yekîtiya wan bû. Di sala 1998’an de DYA’yê Serokê YNK’ê Celal Talabanî û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanîn anîn ba hev û bi wan peyman da îmzekirin. Anîn wan a cem hev û îmzekirina peymanê de rola Albright gelek bû. Loma jî dema ji bo îmzekirina peymanê derketin pêş çapemeniyê û peyman ragihandin Albright jî li cem wan bû, û Talabanî û Barzanî li ber wê, li pêş çapeminiyê dest dan hev.
Di forumeke ku di sala 2004’an de li dar ketibû de jî Albright wisa gotibû, “Piştî Şerê Kendavê di navbera kurdan de parçebûn çêbû. Me got divê kurd bên cem hev û rewşeke demokratîk saz bikin. Di bin banê federalî de ji bo sazkirina Iraqeke hemdem kurd divê bar bigirin ser milên xwe. Em piştgirî nadin serxwebûna kurdan. Divê kurd vê yekê fêm bikin.”
Dema Albright Wezîra Karên Derve ya DYA'yê bû wê Barzanî û Talabanî anîn ba hev.
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com


