Diyarname
Li Londona Îngilistanê di çarçoveya Rojên Pirtûkan de gotûbêjeke bi beşdariya nivîskar Faik Bulut li dar dikeve.
DAY-Mer (Turkish-Kurdish Community Center) di navbera 23-25'ê mehê de li Londonê Rojên Pirtûkan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de jî dê li ser pirsgirêka kurd û "Pêşîlêvekirina Pirsgirêka Kurd" gotûbêjeke li dar bixe. Nivîskar Faik Buluk wekî axifger dê beşdarî gotûbêjî bibe û li ser demokrasiya li Tirkiyeyê û hewlên çareseriyên yên ji bo pirsgirêka kurd biaxive.
Wekî notek: Li ser kurdan, zimanê wan pirtûkên Faik Bulut ên lêkolînî hene. Bulut di heman demê de endamê Meclisa Partiyê ya DTP'ê ye.