Stenbol
Xelata Fikir û Ramanê ya Ayşenur Zarakolu 22'yemîn car îro hat belavkirin. Xelat dan rojnameger Çigdem Toker, Metin Cihan û Şano Ar.
ÎHD'ya Stenbolê û TÎHV bi hev re vê xelatê didin. Ji bo dayîna xelatên îsal li ÎHD'ya stenbolê êvara 9'ê mehê merasim lidar ket.
Seroka ÎHD'ya Stenbolê Gulseren Yoleri got ku li hemû dinyayê qedexe hene û wisa dom kir, "Divê mirov têkoşînê xurtir bike, hem jî di asta navneteweyî de. Lê em dibînin ku gelek caran têkoşîna me ya mafên mirovan diçewsînin. Li hemberî vê gere em têkoşîna xwe bilindtir bikin."
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin jî got ku Ayşe di salên 90'î de karî biaxive, pirtûkan çap bike loma li ser navê wê xelata azadiya ramanê tê dayîn.
Piştî axaftinan bi sedema "heta dawî mafê bidestxistina nûçeyê û mafê girtina agahiyên rast a gel parastiye" Çigdem Toker, bi sedema ligel ku ceza xwariye jî pîşeya xwe didomîne rojnameger Metin Cihan û bi sedema li hemberî hemû astengî û qedexeyan jî ji ber gotine "Bijî şanoya kurdî, bijî zimanê kurdî" û xebata xwe ya şanoyê bi israr domandine Koma Şano Ar hêjayî xelatê hatin dîtin û xelat dan wan.