Stenbol
Rojnameya Yurt li ser Nexweşxaneya Dewletê ya Kagithaneya Stenbolê nûçeyek çêkir û di nûçeyê de got ku dixtoreke pratisyen bi navê Dr. Burcu Gursoy bi taybetî dermanê ku dozaja wê zêdeye daye zarokên ji bajarên rojava û başûrêrojava (yanê zarokên kurdan).
Rojnameger Selçuk Arslan nûçe çêkiriye û di nûçeyê de tê gotin ku hevkiriyê Gursoy ê berê S.G. der barê wê de serî li dozgerî daye û wisa gotiye: "Dr.Burcu Gursoy bi zanebûn dermanên dozaj bilind dane zarokan ku ev yek dibe bibe sedema mirina wan. Dîplomaya wê jî sexte ye."
S.G. li ofîsek parêzerî katibî dike û di sala 2014'an de wî û Dr.Burcu Gursoy hev nas kiriye, paşê têkiliya ji hev hezkirinê di navbera wan de pêşketiye. Ji ber ku Gursoy pir zêde pere xerc dikir, di nav luksê de dijiya û jiyana wan li hev nekir S.G'yî dev ji wê berda. Di vê demê de her duyan jî hev sûcdar kirin. Îdîaya herî balkêş ew e ku S.G. dibêje Gursoy ji hemwelatiyên bi eslê xwe kurd hez nedikir û wisa gotiye: "Kesên di nasnameya wan de dinivîse ji rojava, başûrêrojavayê ne ez ji wan hez nakim, dema wan dibînim bi taybetî pitik û zarokan antîbiyotîkek di dozaja bilind de min ji bo wan dinivîsand, dema mezin bibin bi nexweşiya giran bikevin û bimirin."
Her wiha S.G îdîa dike ku dîplomaya wê jî sexte ye, dixtorek din der barê vê yekê de agahî daye Midûriyeta Tenduristiyê ya Beyogluyê.
Yurtê xwe gihandiye telefona Gursoy, lê kesek wekî sekretera wê telefon vekiriye, gotiye dixtor naxwaze biaxive.



