Diyarname
Koma çepgir Grup Yorum careke din li Harbiyeyê derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe.
Grup Yorum ku heta niha gelek caran li Şanogeha Cemil Topuzlu ya Servekirî li Harbiyeyê derketibû pêşberî hezkiriyên xwe îsal careke din li Harbiyeyê konserê dide.
Komê di sala 2010'an de li Stada Înonu konsera 25 saliya xwe pêşkêşî 55 hezar kesî, di sala 2011'an de Konsera 1'emîn a Tirkiyeya Serbixwe ku bê pere pêşkêş kiribû nêzî 150 hezar kes hatibû temaşekirina wan.
Kom vê carê li Harbiyeyê konserê dide. Konsera Grup Yorum roja 21'ê vê mehê, saet 21.00'an de li dar dikeve.
Par ji ber ku Biletiksê li hemberî wan kirinên keyfî pêk anîbû, îsal ne ew, Mybilet bilêtên konsera Grup Yorum difroşe. Her wiha li Navenda Çanda Îdîl û li Cihên Firotina Bilêtan jî bilêtên konserê têne firotin.


