Diyarname
12'emîn Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan ku ji aliyê TÎHV'ê ve tê bi rê ve birin dest pê kir. Heta 17'ê mehê dê bidome.
Weqfa Marên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ev 12'emîn car li Îzmîrê vê çalakiyê bi hevkariya Îletîşîm Çalişmalari Toplulugu û Fransiz Kultur Merkezi li dar dixe. Di vê çalakiyê de belgefîlmên di çarçoveya mafên mirovan de têne pêşkêş kirin. Îsal di navbera 10-17'ê mehê de wekî online li dar dikeve, lê hin jê dê li salonan jî bêne nîşandayîn.
Beşa online 10'ê mehê saet 00.01'ê de dest pê dike û 17'ê mehê saet 24.00'an de dê bi dawî bibe.
Belgefîlmên ku dê li salonan jî bêne nîşadyanî bi vî awayî: Di navbera 10-12'yê mehê li salona Navenda Çanda Fransiz a Îzmîrê belgefîlmên hatine neqandin dê bêne nîşandayîn. Her wiha di navbera 18-19'ê mehê jî li Baroya Wanê dê hin ji wan belgefîlman bêne pêşkêş kirin.
'AZADIYA BIRÊXISTINIYÊ'
Diruşma Rojên Belgefîlman a îsal "Azadiya Birêxistiniyê" ye. Di 7 rojan de belgefîlmên li ser mafên mirovan ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê yên ku hatine hilbijartin dê bêne nîşandayîn. Li gor peymanê belgefîlmên derveyî Tirkiyeyê bi 250 kesî hatine sînorkirin ku ev reqem tije bibe nîşandayîn tê betalkirin. Ji bo yên ji Tirkiyeyê sînor nîn e.
Ji bo agahiyên din û temaşekirinê: