Diyarname
Em vî wêneyî wekî wêneyê rojê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin. Kîjan wêne? Wêneyê Seroke Klûba Bolusorê Abdullah Abat ku çûye ser vînçê û ji wir li maçê temaşe dike. Li dinyayê ev helwesteke nû ye.
BoluSpor di Lîga 1'emîn a TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) de dilîze. Serokê Klûbê Abdullah Abat hefteya çûyî di maça Bolû û Altay de ji ber çûye odeya ku lîstikvan kincên xwe lê diguherînin li ser wî lêpirsîn dan dest pê kirin û ew şandin cem PFDK'ê (Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbola Profesyonel). PFDK dê ceza bide yan nede hê nediyar e lê vê hefteyê divê neçûya temaşekirina maçê. Abat jî neçû sehayê, neçû trîbunê, lê çareyek din dît: Li derveyî sehayê vîncek kirê kir, çû ket nava sepeta vîncê û ji wir de li maçê temaşe kir. Ev kirinek nû bû. Li ser vê yekê di rêziknameya PFDK'ê de tiştek nîn e, PFDK nikare bêje te çima wisa kiriye jî. Bi vê yekê Abat belkî ketibe nav pirtûka dîrokî Guinnessê jî. Axir tiştê me eleqedar e wêneyê vê meseleyê ye û em wekî wêneyê rojê pêşkêş dikin.
Ha, maç, Bolu li Umraniyeya Stenbolê bûbû mêvan û bi serketina bi 2-0'ê (Gol Turgay Kaçar û Nemanja Mihajlovic) vegeriya mala xwe.



