Diyarname
Hunermend Matej Kren bi navê "Idîom" kûleya pirtûkan a mezin çêkir û temaşevanan gelek eleqe nîşanî kûleyê da.
Li paytexta Çekya Pragê hunermendê bi eslê xwe slovak Matej Kren li Pirtûkxaneya Şaredariyê ji pirtûkan kûleyek çêkir û navê "Îdîom" lê kir. Bi sedan pirtûk danîn ser hev, li jor û jêrê kûleyê jî neynik danîn ku bi vê kûrahiya nava kûleyê wekî tuneleke dixuye.
Fikra kûleyê yekemîn car di sala 1995'an de li Bîenala Navneteweyî ya Sao Poulo derketibû holê. Hunermend Matej Kren bi ser vî fikrî re meşiya û kûleya pirtûkan nû kir. Dema ji derve ve lê tê nêrin wekî keskesorê dixuye


