QAMIŞLO
Meclisa Rojavayê Kurdistan (MGRK) û Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS), li navenda PYD’ê hatin cem hev û xebatên civîna Cenevre-2, Desteya Bilind a Kurd û rêveberiya demî nirxandin. Di civînê de biryar hate girtin ku xebatên Desteya Bilind bê aktîvkirin û ji bo xebatên civîna Cenevreyê şandeyek bê avakirin.
Civîna ku li navenda PYD'ê hate lidarxistin, li ser daxwaza Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) pêk hat. Di civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat de, nûnerên her du meclisan û li ser navê TEV DEM’ê jî Aldar Xelîl, Dr. Ebdulkerîm Umer, Cîhan Mihemed û Xetîcê Îbrahîm amade bûn.
Piştî civîna ku saetekê dom kir, Dr. Ebdulkerîm Umer agahî dan ANHA’yê. Dr. Ebdulkerîm Umer destnîşan kir ku civîn li ser daxwaza wan di çarçova nîqaşên civîna Cenevre-2, aktîfkirina xebatên Desteya Bilind a Kurd û rêveberiya demî de pêk hatiye.
Dr. Umer destnîşan kir ku wan di civînê de li ser girîngiya yekdengiya kurdan a ji bo civîna Cenevreyê nîqaş meşandine û di dawiyê de jî biryar girtine ku têkildarî mijarê şandeyek hevbeş ava bikin.
Desteya Bilind wê bê aktivkirin
Dr. Ebdulkerîm Umer anî ziman ku di civînê de li ser xebatên Desteya Bilind jî hatiye rawestin û biryar hatiye girtin ku di dema pêş de xebatên Desteya Bilind bi awayekî lezgîn bêne aktîfkirin. Umer got ku xebatên Desteya Bilind ji bo yekîtiya kurdan girîng in, lewre wê ev xebat bi xebatên rêveberiya demî re bêne meşandin.
Xebatên rêveberiya demî ji bo Sûriyek demokratîk e
Dr. Umer bal kişand ser ser ferqa xebatên Desteya Bilind û rêveberiya demî û wiha dom kir: “Xebatên Desteya Bilind ji bo yekîtiya kurdan e, lê rêveberiya demî hemû niştecihên herêmê li ser esasê demokrasiyê di nava xwe de dihewîne. Xebatên rêveberiya demî li ser esasê hemû niştecihên herêmê pêk tên. Lewre xebatên rêveberiya demî di bingeha xwe de xebatên Sûriyek demokratîk in.”
Omer herî dawî diyar kir ku wê xebatên wan ji bo her sê mijaran di dema pêş de jî bên berdewamkirin.