Diyarname
KNK roja 22'yê vê mehê tevî rêxistin û şexsiyetên navdar ên kurd tê ba hev.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) civîneke şêwirîn û piştgiriyê li dar dixe. Ji bo civînê hemû rêxistinên kurdan û kesên navdar têne vexwendin.
Civîna ku KNK li dar dixe dê rojên 22-23'yê mehê li dar bikeve û dê li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn, rewşa kurdan, daxwazên kurdan, konferansa neteweyî û meseleya îtîfaqan bê axivîn.
KNK ji bo civînê wisa dibêje: "Kurd mecbûr in çareseriyê li gor xwe saz bikin û mercên ku pêşî li êrîşan bigirin ava bikin. Rêya vê yekê jî ji şêwirînê derbas dibe."
KNK hêvî dike ev platform bibe wesîleya yekîtiyê.
Civîn roja 22'yê mehê dê li "Beekstraat 25, 3070 Kortenberg”ê li dar bikeve.


