Diyarname
Belgefîlmê derhêner Anastasia Mikova û Yann Arthus Bertrand ê bi navê "Woman" (Jin) di Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê 8'ê Aderê de ket vîzyonê. Belgefîlm berê kamerayê dide jinên ji 50 welatî.
Li Tirkiyeyê her roja înê fîlmên nû derdikevin vîzyonê. Vê înê jî wisa bû lê fîlmekî ya rast belgefîlmekî ne înê roja yekşemê, yanê îro ket vîzyonê. Taybetiya vî fîlmî ew e ku li ser jinan e û loma ew rastî Roja Jinan anîn, di vê rojê de derxistin pêş.
Belgefîlmê ku derhêneriya wî Anastasia Mikova û Yann Arthus Bertrand kiriye, Norma Bastidas, Gabriela Melgoza, Aleksandra Orbeck Nilssen û Virginie Raisson têde dilîzin.
Belgefîlm berê kamerayê dide jinên cur bi cur ên ji 50 welat. Wekî projeyek ev fîlm hat pêşxistin û portreyên ji dil ên ji van welatan tê pêşkêş kirin. Armanca fîlm ne tenê lêgerîna mafên jinan e, di heman demê de dike ku li çareseriyan ibgere û bangî li hev kirina cisnê jin û mêran bike.
Belgefîlmê ku niha li gelek welatan ket vîzyonê di berî de Festîvala Fîlman a Venedîkê li hin festivalên din derket pêşberî temaşevanan.
Fragmana belgefîlm: