logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Naskirina êşa bindestan; Dahûrîneke derûncivakî ya têkiliyên serdest-bindestan e
  2. 17'ê mehê, egahiyên li ser Rojava
  3. Hunermendên kurd banga piştgiriya Rojava û Rojhilat kirin
  4. Maçek dîrokî: Tîma lîga 2'yem Real Madrid têk bir
  5. Li ser Dêr Hafirê 4 agahî
news-details

Encamnameya komxebatê: Şaredarî divê li hemû bajarên kurdan xebatên perwerdehiyê bikin

  • Dîrok: 07/07/2025
  • Beş: Nûçe

Amed
Şaredariya Peyasê ya Amedê, bi diruşmeya “Zarok Pêşeroja Civaka Azad in”, “Komxebata Zarokistanên Pirzimanî” li avahiya xizmetê ya şaredariyê organîze kir. Encama komxebatê ya ku du rojan dom kir hat eşkere kirin. 
Ev komxebat ku bi beşdariya gelek kesan, di nav de pispor, nivîskar, parlamenter, perwerdekar, malbat, nûnerên saziyên civakî û kesên xwedî ezmûn  li dar ket. Di van du rojan de, li ser mijarên girîng ên wekî girîngiya perwerdeya pirzimanî, rola zarokistanan di parastina zimanê zikmakî de û bandora van însiyatîfan li ser pêşeroja civakê nîqaşên berfireh hatin kirin.
Di komxebatê de, bi taybetî li ser pêşxistina Zarokistanên Pirzimanî ku cihekî girîng ji bo fêrbûna zimanê zikmakî û xurtkirina nasnameya çandî peyda dikin, hate sekinîn. Beşdaran li ser stratejiyên perwerdeyê, çawaniya entegrekirina zimanên cihêreng di nav sîstemeke perwerdeyê ya nûjen de û girîngiya piştgiriya civakî ya ji bo van xebatan axivîn. Nîqaşên ku bi coş û kûrahî hatin meşandin, di dawiyê de bi encamekê bi dawî bûn.
Di encamnameyê li ser girîngiya perwerdeya zimanê zikmakî, rola zarokistanan di avakirina civakeke azad û pirçandî de û pêwîstiya piştgiriyeke domdar ji bo van xebatan hate destnîşankirin. Ev encamname, ji bo xebatên pêşerojê rêyek diyar dike û armanca xurtkirina hişmendiya civakî ya li ser vê mijarê nîşan dide.

Encamnameya komxebatê wiha ye*:
Perwerdehî, pêvajoya bêdawî ya bidestxistina şiyanên ji bo jiyanê ye. Ji bûyînê dest pê dike, heta dawiya jiyanê didome. Di vê pêvajoyê de serdema herî girîng a ku kesayeta mirov tê de teşe digire, serdema zarokatiyê ya pêşîn e. Di vê serdemê de hawirdora pêşîn a perwerdehiyê mal e, paşê heke ku derfet hebe pêşdibistan e. Di pêşdibistanan de zarok divê hem ziman, çand, xwebûn û xwerengiya xwe biparêzin, hem jî xurtir bikin. ji bo vê yekê jî pergala perwerdehiyê ya ku di pêşdibistanan de dê bê sepandin, ligel mufredat, alav û amûrên xwe, divê bi hişmendiyeke li gor vê armancê bên amadekirin.
HEMÛ RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ GERE BIXEBITIN
Perwerdehî mafek ji mafên bingehîn ên mirovî ye û her zarok divê bi awayekî wekhev bikaribe ji vî mafî sûdê wergire. Ev jî bi destê sazî û dezgehan pêk tê. Şaredarî jî yek ji wan sazî û dezgehan e û peywira wê ye ku li gor taybetiyên civakê yên xweser xizmetên perwerdehiyê pêşkêş bike. Yek ji van xizmetan jî vekirina pêşdibistanan e. Hemû rêveberiyên xwecihî divê di vê çarçoveyê de vê xizmeta perwerdehiyê pêşkêş bikin.
Perwredekirina zarokan meseleya zarokan bi tenê nîn e, meseleya avakirina civakeke xewzaparêz, demokratîk û azadîparêziya jinan e. Mesele ji bo siberojê em civakeke çawa dixwazin, takekesên çawa dixwazin û dixwazin çawa bijîn e. Ango teşedayîna siberoja xwe ye.
UNESCO: ZAROK DIKARIN BI SÊ ZIMANAN PERWERDEHIYÊ BIBÎNIN
UNESCO dibêje ku her zarok dikare û divê herî kêm bi sê zimanan perwerdehî bibîne yan jî sê zimanan hîn bibe û piştgiriyê dide pergaleke perwerdehiyê ya bi vî awayî: Zimanê xwe yê dayikê, zimanê herêmî yan neteweyî û zimanekî navneteweyî. Berovajiyê vê biryara UNESCO’yê ya ku di sala 1999’an de daye, Tirkiye bi israr pergaleke perwerdehiyê ya yekzimanî û yekrengî disepîne. Ev hişmendiya perwerdehiya formal a ku li Tirkiyeyê tê sepandin, dike ku zarokên ne Tirk li derveyî pergala heyî ya li Tirkiyeyê bimînin an jî ji zimanê xwe yê dayikê û çanda xwe qut bibin, di nava çerxa bişaftinê de bimehin. Her çiqas di serî de lêkolînên ku UNESCO’yê kirine û li gor hemû xebatên zanistî kesên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin zêdetir serkeftî dibin jî, perwerdehiya formal a li Tirkiyeyê bi armanca bişaftina gel, ziman û çandên din, bi awayekî yekreng hîna jî tê sepandin. Tirkiye her çiqas ji 2004’an ve bûbe berendameke fermî ya Yekîtiya Ewropayê û divê hêvî û daxwazên ku jê bên kirin bi cih bîne û bibe palpişt û piştgireke peymanên Yekîtiya Ewropayê jî, Tirkiye bi israr li ber xwe dide û di qada perwerdehiya bi Kurdî de yan jî pirzimanî de tu gavan navêje.
GAVA YEKEM A DAGIRKIRINÊ XIRAKIRINA KODÊN GENETÎK E
Tê zanîn ku gava yekemîn a dagirkirina mêjî, xerabkirina kodên genetîk, ji xwebûnê dûrxistin û tunekirina hebûnê û mêtingeriya zimanî ye. Ev mêtingerî jî bi awayê herî hêsan û berbelav bi perwerdehiyeke giştî pêkan e ku perwerdehiya formal a li Tirkiyeyê bi armanca bişaftina ziman û çandên din teşe girtiye. Ji bo xelasiya ji vê dehfikê, rizgariya ji vê bindestiyê û parastina xwebûn û hebûna xwe, xebatên ziman û perwerdehiyê ji bo gelê Kurd divê berî her tiştî werin. Ji bo danîn û zexmkirina hîmê bingehîn ê li hemberî bişaftinê, parastina zimên, destnîşankirina armancên giştî û diyarkirina rêbazeke perwerdehiyê ya demildest divê û ev tişt jî tenê bi xebat û komxebatên bi vî rengî pêkan e. Di encama vê xebatê de girîngiya zêdekirin û berbelavkirina xebatên bi vî rengî bi awayekî zelal derket holê. 
80 KES BEŞDARÎ XEBATÊ BÛN
Di komxebata me ya bi diruşma “Zarok Siberoja Civaka Azad in” hat lidarxistin a ku du rojan domiya de gelek mijarên sereke yên ji bo xebatên ziman û perwerdehiyê bi taybetî jî perwerdehiya di pêşdibistanan de hatin gengeşekirin. Di binê serenavên wekî “Rabirdûya xebatên ji bo zarokan û ezmûnên ku çêbûne”, “Rewşa pêşdibistanan a heyî”, “Mînak û Modelên navnetneweyî”, “Perwerdehiya pirzaravayî û pirzimanî û rola malbatan”, “Mufredata xwereng, afirandin û bikaranîna alav û amûrên perwerdehiyê”, “Mamosteyên pergala xwezaparêz, demokratîk û azadîparêziya jinê” de danûstendinên sûdewer çêbûn. Ji gelek sazî û dezgehên sîvîl ên cuda, partiyên siyasî, pêşdibistanên pirzimanî yên ku di binê banê şaredariyan de xebatên xwe didomînin, derdora 80 mamoste, akademîsyen, siyasetmedar, hiqûqnas, derûnnas, civaknas, xwezaparêz, aktîvîst, lêkolîner, nivîskar û hwd beşdarî komxebatê bûn û bi giştî 8 danişîn hatin çêkirin.
Her çiqas di bingeha tevahiya arîşeyan de polîtîkayên giştî yên dewletê hebin jî, hat dîtin ku gelek pirsgirêk û bendên cihêreng jî hene û li dijî vana gelek rê û rêbazên çareseriyê jî hatine bidestxistin. Di encama gengeşe, guftûgo, nîqaş û nirxandinên ku hatin kirin de bi awayekî giştî van nêrînên li jêrê derketin pêş:
XALÊN DERKETINE PÊŞ
1. Rêveberiyên xwecihî divê bi sazî û dezgehên têkildar re koordînasyoneke giştî ava bikin, ji bo ku li tevahiya bajarên Kurdistanê û bajarên ku Kurd lê dijîn xebatên hevpar ên perwerdehiyê bên kirin, xebat û komxebat bên çêkirin, çarçove û nexşerê bên diyarkirin.
2. Divê mînak û modelên perwerdehiyê yên cîhanê baş bên naskirin, perwerdehiya gelêrî ya kurdan baş bê nirxandin û model û mufredata ku bi ezmûnên heta niha hatiye amadekirin li gor pergala civaka demokratîk bê nûjenkirin.
3. Divê di serî de mamoste, tevahiya xebatkarên ku li pêşdibistanan dixebitin li gor hişmendî, pergal, mufredat, nêzikatî, rêbaz û teknîkên ku dê di pêvajoya perwerdehiyê de bên bikaranîn de bên perwerdekirin, perwerdehiyên navxweyî yên domdar bên çêkirin.
4. Ji bo ku li tevahiya pêşdibistanên pirzaravayî û pirzimanî bên bikaranîn, divê materyal, alav û amûr bên çêkirin. Ji bo vê yekê divê komîsyonên afirandina materyalan bên avakirin û kargeh bên lidarxistin.
5. Şaredariya Peyasê divê li taxên kêmderfet ên wekî Hûzûrevlerî, Qûça, 500 Malan û Peyasê malên lîstikê û pêşdibistanan veke.
6. Divê di wergirtina zarokên ji bo zarokistanan de cudakariya erênî ji bo zarokên ku bi Kurdî dizanin bê kirin.
7. Ji bo ku perwerdehî bi awayekî serkeftî pêk bê, divê wekî yek ji aliyên herî girîng ên vê pêvajoyê, malbat bi awayekî çalak beşdar bibin.
8. Ji bo pêkanîna neteweya demokratîk û siberojeke azad, pergala perwerdehiyê divê bi awayekî demokratîk, xwezaparêz û azadîparêziya jinan rehên xwe berde nava pergala perwerdehiyê ya gelêrî ya ku bingeha xwe ji jîngehê digire.

Bi hêviya ku di înşakirina civaka demokratîk de dê ev komxebat bibe yek ji gavên despêkê yên herî girîng ên ji bo zarokan û perwredehiyê, wekî Komîteya Amadekar a Encamnameyê, li ser navê Komîteya Amadekar a Komxebata Ji Bo Zarokistanan a ku bi diruşma “Zarok Siberoja Civaka Azad in” hat lidarxistin û mazûvana vê xebatê, Şaredariya Peyasê, em careke din rêz û spasiyên xwe pêşkêşî tevahiya mamoste, akademîsyen, siyasetmedar, hiqûqnas, derûnnas, civaknas, xwezaparêz, aktîvîst, lêkolîner, nivîskar û hwd ên ku beşdarî vê komxebatê bûne.

*Têbiniya Diyarnameyê: Me dest nedaye encamnameya komxebatê, bi halê hatiye eşkerekirin, em belav dikin.
 

Nûçeya ELeqedar:

- Li ser ‘Pêşeroja Zarokistanên Pirzimanî’ komxebatek li dar dikeve

Parve Bike

Youtube Me

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news

diyarname podcast Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome #booktok #diyarname

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

diyarname podcast#Romaneke nû 'P.Z 40' derket#welatdilken#diyarname20salîye

news

diyarname podcast#diyarname #news #nûçe #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #podcast #

news

diyarname podcast #Tawanên Enfalê di pêşangeheke wêne û belgefîlman de tê nîşandan #pirtûkênkurdî #

news

diyarname podcast 5 #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast@ #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film#diyarname20salîye

news

Dîmenên ji îro...

news

diyarname podcast #diyarname #pirtûk #books #barackobama #booktok

news

Hejmarek taybet li benda we ye

news

diyarname podcast#nûçe #çandhuner #diyarname #pirtûk #books #pirtûkênkurdî #pirtûkênkurdî #film

news

Di xwendina pirtûkan de 13 saniye û 49 saniye

news

Meseleya 'Kêmîna Mykonos' û bûyera Dr. Sadiq Şerefkendî

news

M. Zahir Kayan qala helbesta xwe dike

news

Nasnameya kar a Eyşe Şanê, Sal 1984

news

Sîtav bi berhemên xwe amade ye

news

Têkiliya Resûl Bafeyî û pirtûkan çawa ye?

news

Nûbihar bi berhemên xwe amade ye...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 17 01 2026

17'ê mehê, egahiyên li ser Rojava

news
  • 16 01 2026

Li ser Dêr Hafirê 4 agahî

news
  • 15 01 2026

Kurd çûn ser sînorê Kobanî

news
  • 15 01 2026

Hunermendên kurd banga piştgiriya Rojava û Rojhilat kirin

news
  • 14 01 2026

Serokê ÎHD'ya Îzmîrê yê berê hat kuştin

news
  • 14 01 2026

OCHA: 120 hezar kes ji her du taxên kurdan hatin koçberkirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
news

Dilê min di nav refên tozgirtî de ma

  • Hogir Berbir
news

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • H. Kovan Baqî
news

Ezê Bikim

  • Mesûd Qeya
news

Rexneya rexneyê

  • Omer Dilsoz
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Belgefîlmê li ser Diana bi dîmenên nû tê weşandin

ad

Ji Kûpaya Cîhanê notên ku derketin pêş

ad

Vaye bernameya Newroza 2012'yan

ad

BDP li Agirî vê carê dê çi û çawa bike?

ad

Li Sûrê di 160 rojan de 600 mîlyon TL zirar

ad

Hevaltiyeke wisa jî heye: Clooney mîlyon dolar diyarî hevalên xwe kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Naskirina êşa bindestan; Dahûrîneke derûncivakî ya têkiliyên serdest-bindestan e

  • 15 01 2026
news

17'ê mehê, egahiyên li ser Rojava

  • 17 01 2026
news

Hunermendên kurd banga piştgiriya Rojava û Rojhilat kirin

  • 15 01 2026
news

Maçek dîrokî: Tîma lîga 2'yem Real Madrid têk bir

  • 15 01 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname