Diyarname
Komîteya Nobelê îro jî Xelata Nobelê ya Aştiyê eşkere kir û diyar kir ku ew aktîvîsta îranî Nêrgiz Mihemedî hêjayî xelatê dîtine.
Komîteyê ji ber xebatên wê yên li ser jinan Mihemed hêjayê Xelata Nobelê ya AŞtiyê dît.
Di sala 2003'yan de xelata xelat dabûn aktîvîsta mafên mirovan a îranî Şîrîn Îbadî û niha jineke din a îranî ev xelat girt.
Nêrgiz Mihemedî di dema çalakiyên ji bo Jîna Eminî de hatibû girtin û niha hê li Girtîgeha Evîn e.
Xelata Nobelê ya Aştiyê ji xelatên Nobelê yên din cudatir li Norwecê tê dayîn. Seroka Komîteya Nobelê ya Norwecê Berit Reiss-Andersen li Osloyê ev xelat eşkere kir û ji bo Mihemedî wisa got, "Têkoşina wî bû sedema gelek berdêlên şexsî. Rejimê 13 caran ew girt, 5 caran ceza lê birî, bi giştî 31 sal cezayê hepsê û lêdana 154 çovan lê birî.
Berit Reiss-Andersen got ku ew hêvî dike dê ev xelat ji bo tevgera ku ew pêşengî lê dike bibe gaveke piştgiriyê.
Nêrgiz Mihemedî di sala 2018'an de jî hêjayî Xelata Andrei Sakharove hatibû dîtin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan Jon Fosse
- Serkewtey Xelatê Nobelî ê Kîmya hamey eşkera kerdin
- 3 kes hêjayî Xelata Nobelê ya Fîzîkê hatin dîtin
- Serketiyên Xelatên Nobelê yên Tibê diyar bûn
********
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Peykersazên Başûr û Rojhilat bi hev re pêşangeh vekirin
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê