Diyarname
Di Spor Toto Lîga 3 û Koma 1'ê de, Diyarbekir Buyukşehir Belediye Spor dawiya vê hefteyê dê li Bursaya Înegolê bi Înegolsporê re bilîsta lê ji ber ewlehiyê maç ji bo demeke din hat taloqkirin.
Wekîlê Sekreterê Giştî yê TFF'ê Ali Parlak ji klûban û rayedarên têkildar re nivîseke şand û diyar kir ku "Ji ber ewlehiya maç hatiye taloqkirin."
Maç roja 9'ê mehê wê li Stada Navçeyê ya Înegolê de bihata lîstin, lê ji ber ewlehiyê hat taloqkirin.
Dawiya vê hefteyê kurd ji bo balê bikişînin ser rewşa Ocalan ber bi Gemlîkê ve çalakiyeke li dar dixin ku rê ji Înegolê re jî derbas dibe.