Diyarname
Şaredariya Yenîşehîra Amedê ya DBP'ê navçeya xwe parka ku vekiribû navê Merwanî lêkiribû. Park di sala 2012'yan de bi beşdariya Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş hatibû vekirin. Lê qeymeqamê dewletê ji ber vî navî doz vekiribû. Şaredarî doz winda kiribû lê ligel her tiştî li ser dîwar navê Merwanî û sembolên wê neqişandibû. Gel êdî ji wê derê re digot Parka Merwanî. Lê niha kayyumê dewleta Tirkiyeyê ku dest daniye ser şaredarî navê Merwanî û sembolên wê jî wir rakirin.
Kayyumê Mehmet Ozel îdîa kir ku nav xira bûbû loma wan jî wir rakirin û di dema pêş de dê biryar bidin ku çi bikin. Parka ku li nav gel her wekî Parka Merwanî tê bi nav kirin dîwarên wê wekî çavên Pire Deh Derî ya Amedê hatibû çêkirin û li nav deriyan nav û sembolên Merwanî bi cih kiribûn. Dewleta Merwanî ya kurdan ku navenda wê Heskîf bû sînorên wê heta Amedê û derdora wê bû di sala 983'yan hatibû avakirin. Dewlet di sala 1085'an de hatibû hilweşandin. Kayyumên ku heta niha dest danîne ser 80 şaredariyên kurdan li hemberî kurdî û tiştên aîdê kurdan bêtehamuliya xwe didomînin ku mînaka dawî di Parka Merwanî de xwe nîşan da.