Diyarname
Derhênerê navdar Guillermo del Toro îsal hem di warê Fîlmê Herî Serketî hem di warê Derhênerê Herî Serketî de xelata Oscarê bi dest xist. Niha derhêner Toro ji bo kanala Netfliksê dê anîmasyona Pînokyo bikişîne.
Del Toro heta niha bi fîlmê "Hellboy", "Labîrenta Pan" dihat nasîn lê îsal fîlmekî din li van zêde kir: "Teh Shape of Water". Bi vî fîlmî wî Oscar birin mala xwe û niha li ser projeyek ji bo Netfliksê dixebite. Ew dê fîlmê anîmasyonî yê Pînokyo bikişîne. Bi vê yekê dê bibe yekem fîlmê wî yê anîmasyonî yê metrajdirêj.
Senaryonivîs Patrick McHale (Senarîstê kurte rêzefîlmê anîmasyonê yê bi navê "Over the Garden Wall") ligel derhêner dê senaryoya anîmasyonê binivîse û derhêner Mark Gustafson (derhênerê Roviya Jîr) dê wekî cîgerê del Toro kar bike.
Fîlm berê xwe dide dema dîrokî, dema faşîzmn bilind dibe û dîktator Benito Mussalino dibe hakimê welat.