Diyarname
Îro danişîna Mebûsê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran ê Amedê hebû. Mebûsên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Feleknas Uca, Dilek Ocalan û Mahmut Tugrul ji bo temaşekirin û piştgiriyê hatin dadgehê. Lê Baluken neanîn. Baluken bi SEGBÎS'ê îfade da. Li ser sûcdarkirina beşdarî civîna Kongreya Civaka Demokratîk a li ser xweseriyê bûye Baluken wisa got: "Em wekî HDP modela xweseriya demokratîk di çarçoveya yekîtiya Tirkiyeyê de wekî bernameyeke siyasî qebûl dikin û me ev pêşniyar kiriye. Bernameya me ya bingehîn komara demokratîk û xweseriya demokratîk e. Ne rast e ku mirov pêşniyareke wisa ya partiyeke siyasî wekî xebatek derveyî zagonê nîşan bide. AKP çawa ji dêvla pergala parlemenî pergala serokatiyê pêşniyar dike em jî xweseriya demokratîk pêşniyar dikin."
Doza Baluken ji bo dema pêş taloq kirin.