logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Xwedê hişto lawo!

Erê bi rastî jî carinan nifirên di payîzokan de ji wan nifiran in ku mirov dikare ji bo rewşa xwe ya îro bi kar bîne. Êd

  • Dîrok: 06/10/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

LUQMAN GULDIVÊ

Kula Helebê kuleke giran e,

Bikeve devê deriyê mala 

van xayînan û dijminan...

Erê bi rastî jî carinan nifirên di payîzokan de ji wan nifiran in ku mirov dikare ji bo rewşa xwe ya îro bi kar bîne. Êdî mû bi zimanê min ve hatiye bi meke, bigereyan; ji zarokên xwe yên hûr re dibêjim. Dibêjim, dibilînim, meke bavo, bigere êdî bes e. Lê ma mirov dikare nifiran li zarokên xwe bike. Mirov bêguman ji zarokên xwe bi xwe jî ji ber sedemên cihê bêzar dibe û heta êdî wiha dibe ku mirov bibêje, eaew û ‘offf û sed carî ‘offff. Lê devê mirov nagere nifirekê wisa bi dilekî tijî bi gotinên hişk bike. Mirov bixwaze jî nikare... Dê û bav, pîr û kalên me dema devê xwe li nifiran vedikirin ji bo zarokên xwe, digotin, “Heyla xwedê hiştî lawo!” “Heyla stûneşikestî!” Devê wan li nifiran nedigeriya ji bo zarokên xwe...

Êdî civata giştî ya KNK’ê ji bo cara 16’an li Brukselê li dar ket; wiha diyar e ku aliyên siyasî hemû ji bilî yekî û dûvikên wî amade ne ku stratejiyeke neteweyî ya berjewendiyên gelê kurd bi pêş bixin. Ev yek û dûvikên wî tevahiya çarenûsa xwe û ya Kurdistanê bi Tirkiyeyê ve girêdane, hem li Mûsilê û hem li Helebê. Ew Heleba ku di tu dema dîroka xwe de wekî îro nehatî texrîbkirin. Ji ber wê jî ew gotinên payîzokan di guhên min de olan dan û min jî ev gotara xwe pê da destpêkirin. 

Jixwe, kî bixwîne wê bibêje, payîzok, nifir, zarokên me, pêşiyên me û kula Helebê? Ma çi elaqeya wan bi hev re heye, tu çi ji xwe re “wilo” li hev tînî! Te dît, îcar ji KNK dixwaze demildest Kongreyeke Neteweyî pêk were, ango navmala kurdan yek deng bibe di meseleya berjewendiyên heyatî yên kurdan de. Ha ev nav mal, bivênevê bi hemû aliyên xwe yên siyasî me dike ferdên yek malê; û ya rastî gelek caran dixwazim wekî wê payîzoka li jor, nifiran bikim li hin ferd û aliyên vê navmalê ku destê wan her di destê dijminê vê navmalê de ye. Ev ne îmajek e jî; hema bînin bîra xwe Şivanê “me”, Mesûd Barzanî û Erdogan destê hev girtin û berî hilbijartineke li Tirkiyeyê ku ji bo bakurê Kurdistanê girîng bû, propagandaya dijminê hov û har ê kurdan li dilê Kurdistanê Amedê kirin. Îcar were û nifiran neke li Şivanê “me”! De were û vê nîska kelî vexwe lo! Jixwe behsa “ka/ek”ê me Mesûd jî hîç nakim, nikarim bikim, newêrim bikim; ma ne ji malê ye! Ji ber ku nikarim bi tama dilê xwe nifirên xwe bikim, ez jî wekî dayika xwe, ji neçarî dibêjim, “destketiyên” kurdan divê nekevin tehlûkê li Başûr; tehlûke ew bi xwe ne ha! Êdî feqîrên wekî min jî xwe li ehmeqiyê datînin; na lo, ma bi zanîn dikarin vê bikin, de na yaw ma wê di kaniya gundê xwe de mîz bikin!?

Ew pirsa dawî li jor, ka careke din bixwînin! Bersiva wê wiha ye, erê tê de mîz dike, hela ew mirovên min behsa wan kir gelek caran tê de û pê de mîztine. Di nava malekê de her kes pak nabe, herkes maqûl jî nabe, lê divê cihê herkesî hebe; bawer dikim pirsgirêka herî mezin a siyaseta neteweyî ya kurd ew e mirov çawa vanên ku bi maqûlî û bi neteweyî zehmet e di wan bigihîje, di nava vê malê de bi cih bike. Heke siyaseta kurd karî hevkariya wan a bi Tirkiyeyê re sînordar kir û karî wan bîne navmala “wan”, ev ê bibe serketina herî mezin a siyaseta neteweyî ya kurd. Ez nizanim ka ev ê bibe, yan wê navmala kurd hewl bide bê wan, bi qasî ku bibe bi erka xwe ya Kongreyeke Neteweyî rabe. Niyaza min ji xwedê ew e, ez neçarî nifirên xwe nebim; jixwe, bi vî halê “Xwedê hişto lawo” jî ev nifirên min ne tu nifir in.

guldive@yahoo.fr

06.10.2016, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Jinên Amedsporê bûn şampiyon

ad

Teknîk Dîrektorê Diyarbekirsporê îstîfa kir

ad

Don Kîxotî jî nikaribû ew qas êrîşan bike!

ad

Şêrko Bêkes hat bibîranîn

ad

Mehmet Dîcle li ser 'Nara'yê diaxive

ad

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname