Diyarname
Komeleya Nivîskarên Sînemayê (Siyad) Xelata Rûmetê îsal dide lîstikvanê navdar Şener Şen.
Siyad her sal derhênerê herî serketî, lîstikvanê/a herî serketî, fîlmê herî serketî jî têde di 13 waran de xelatê dide û ev xelat wekî Oscarên Tirkiyeyê têne hesibandin. Ev xelatên ku îsal 41’emîn car têne belavkirin, dê 22’yê vê mehê bi merasimekê bêne belavkirin. Her wiha digel van xelatan Siyad Xelata Rûmetê û Xelata Kedê jî dide kesên ku keda wan ketiye nav sînemayê.
Îsal ji bo Xelata Rûmetê lîstikvanê navdar Şener Şen guncav hatiye dîtin. Ji “Hababam Sinifi” heta “Sut Kardeşler”e, “Kibar Feyzo”, “Banker Bilo”, “Neşeli Gunler” heta“Çiçek Abbas”; ji “Namuslu” “Çiplak Vatandaş”, “Milyarder”, “Zugüut Aga”, ji “Muhsin Bey”, “Selamsız
Bandosu”, “Eşkıya” heta niha ev 40 sal in Şener Şen xebatê ji bo sînemayê dike. Ji bo ve xebata wî Siyadê ew guncavî Xelata Rûmetê dît.
Her wiha nivîskar Nijat Ozon jî ji ber pirtûkên wî yên liser sînemayê hêjayî xelata Kedê hat dîtin. Her du dê di şeva xelatdayînê de xelatên xwe bigirin.


