Diyarname
Nivîskarê malpera me Welat Dilken ku her hefte bi nivîsên xwe pêşberî xwendevanan e, vê carê di Dîwana Diyarnameyê ya Twittirê de dê bibe mêvanê xwendevanan.
Nivîskarê me Welat Dilken heta niha 10 pirtûk derxistine. Yekem pirtûka wî wekî helbest di sala 2006'an de derket. Ji wê rojê heta niha di van 15 salan de 10 pirtûk pêşkêş kirine.
Her wiha ew her hefte nivîseke rexneyî di quncikê xwe de dinivîse.
Em vê şemiyê wî kirin mêvanê dîwanê. Di dîwana ku moderatoriya wê dê Berfîn Huseynî û Cemil Oguz bikin de ew dê hem li ser pirtûkên xwe, hem li ser nivîsên xwe biaxive.
Bername 5'e vê mehê (roja şemî) li gor saeta Amedê 22.00, li gor saeta Ewropayê saet 21.00'an de li dar dikeve.
Moderator û mêvan dê bipirsin, Welat Dilken dê bibersivîne.
Welat Dilken kî ye?
Nivîskar Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî, ev demek dirêj jî di Diyarnameyê de bi rêk û pêk dinivîse. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken Deyndarê Me Em Deyndarê Girî Ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û Hine, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka Xuricî Ferêt, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjînîa, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019


