Diyarname
Li dinyayê heta îro transferek wisa nehatibû dîtin lê ev jî hat dîtin. Real Madrid ku bi transferên buha navdar e careke din îmzeya xwe li bin transfereke wisa bi reqemên astronomîk da. Real Madrîda Spanyayê tam 100 mîlyon Euro ji bo lîstivan Gareth Bale jimart.
Vê havînê ji roja ku serdema transferê dest pê kiriye transfera Bale di rojevê de bû. Tottenhamê ji bo lîstikvanê xwe buhayeke gelek mezin dixwest. Real Madrîdê ku her ji bo lîstikvanan pereyên gelek mezin ji bêrîka xwe xerc kirine qet çavtirsandî nebû. Û diwayê de, di destpêka serê vê mehê de transfera Bale çêbû. Bale beramberî 100 mîlyon Euroyî transferê Real Madrîdê bû.
Ji bo îmzeavêtina Bale merasimeke li dar ket û li dor 10 hezar temaşevan lê amade bûn. Gareth Bale yê 24 salî ji Gallerê bû li Tottenhamê dilîst. Serokê Qilûba Real Madrîdê Florentino Perez di merasimê de wisa got: "Temaşevan û hevalên te yên tîmê ji te li benda gelek tiştî ne. Tu bi xêr hatî qilûba efsaneyên fûtbolê. Xewna zarokek galliyî dibe rastî."
Bale jî wisa got: "Ji bo min lîstina li Real Madrîdê wekî xewnek bû, ev xewna min bû rastî."
Ji 2002'yan ve heta îro Real Madrîdê li bi ser mîlyarek Euro de ji bo transferê xerc kiriye. Real Madrîd her pereyên mezin dide lîstikvanan û ev yek dibe sedema rexneyan jî. Di nav 10 lîstikvanên herî buha de 5 jê ji aliyê Real Madrîdê ve hatine transferkirin. Di nav van 10 transferên herî mezin de sê jê îsal li dar ketine.
Vaye lîsteya lîstikvanên herî buha (Bi rêzê lîstikvan, tîma wî ya berê, ya nû, buha û sala transferê):
1- Gareth Bale, Totenham, Real Madrîd, 100 mîlyon Euro, 2013-2014
2- Cristiano Ronaldo, M.United, Real Madrîd, 94 mîlyon Euro, 2009-2010
3- Zinedane Zidane, Juventus, Real Madrîd, 73,5 mîlyon Euro, 2001-2002
4- Zlatan Îbrahîmovîç, Inter, Banselona, 69,5 mîlyon Euro, 2009-2010
5- Kaka, Milan, Real Madrîd, 65 mîlyon Euro, 2009-2010
6- Edinson Cavani, Napoli, PSG, 64,5 mîlyon Euro, 2013-2014
7- Falcao, A.Madrîd, Monaco, 60 mîlyon Euro, 2013-2014
8- Luis Figo, Barselona, Real Madrîd, 60 mîlyon Euro, 2000-2001
9- Fernando Tores, Liverpool, Chelsea, 58,5 mîlyon Euro, 2010-2011
10- Neyman, Sahtos, Barselona, 2013-2014


