Diyarname
Kovara wêjeyî û çandî ku li Rojava bi kurdî û erebî weşanê dike hejmara xwe ya 13'emîn pêşkêşî xwendevanên xwe kir.
Kovarê di vê hejmarê de li ser "Kelepûra Çandî" dosyaya xwe amade kiriye. Di vê çarçoveyê de Gulistan Sîdo bi sernavê "Wêjeya Devkî Di Çarçoveya Teyorî û Rêbazên Lêkolînê Yên Nûjen De", Elî Roj jî nivîsa "Kelepûra Kurdî û Parastina wê" nivÎsiye.
Ji nivîsên hatine weşandin Diyar Bohtî li ser "Emhedê Xanî û Wêje", Nêrgiz Ismayîl li ser "Jin û Mîrateya Çandê" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Li aliyê din Jiyan Bozo jî bi nivÎsa xwe ya bi navê "Mîtolojiya kulîlka Beybûn û Berfînê" di kovarê de cih girtiye.
Kovarê ji bo vê hejmarê Aram Hesen ligel nivîskar, folklorzan Zeynelabidin Zinar hevpeyvînek kiriye û li ser xebatên wî pêre axiviye.
Di kovarê de nivîsên lêkolînî, hevpeyivîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî cih girtine.
Di vê hejmarê de berhemên van kesan hatine belavkirin: Abdullah Ocalan, Lokman Polat, Selam Hisên, Abbas Abbas, Mihemed Welîd, Cemîl Xoce, Siyabend Siyarojê, Diyar Hemî, Şerîf Mihemed.


