Diyarname
Ji bo Lîga Super a Tirkiyeyê hindik ma. Berî lîg dest pê bike tîm maçên amadehî dilîzin, rewşa xwe ya nû dipîvin. Ji tîmên Tirkiyeyê Galatasaray ji bo ligel Atletico Madrid bilîze amadehî kiribû.
Roja 6'ê vê mehê dê li Stada Galatasaray Arena di nav bera Galatasaray û Atletico Madrid de maça amadehî bihata lîstin lê maç hat betalkirin. Li gor daxuyaniya Galatasaray weşandiye tîma Spanya nameyek ji GS re şandiye, rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê nîşan daye û gotiye em maçê betal bikin, hewce bike careke din li cihek din emê bilîzin.
Berî vê maçê jî hin lîstikvanên biyanî rewşa Tirkiyeyê nîşan dabûn û gotin ew venagirin.


