Diyarname
Serdozgeriya Dadgeha Bilind ku der barê 4'emîn Kongreya Awarte ya BDP'ê de lêkolîn da dest pê kirin.
Serdozgeriya Dadgeha Bilind ku pêdivî pê bibîne der barê partiyên siyasî de delîlan berhev dike û partiyan digire, ku heta niha der barê çend partiyên siyasîy ên kurdan de doz vekiribû niha der barê kongreya BDP'ê de lêkolîn da dest pê kirin.
Piştî ku kongreya BDP'ê 4'ê vê mehê li Enqereyê li dar ketibû Serdozgeriya Komarê diruşmên ku di kongreyê de temaşevanan qîrandibûn wekî sedem nîşan dabû û der barê BDP'ê de lêpirsîn dabû dest pê kirin, niha jî li ser fermana Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Hasan Erbil duyemîn car lêkolîn hate dest pê kirin.
***
Nûçeyên eleqedar
- Der barê Kongreya BDP'ê de lêpirsîn dan dest pê kirin
- Xweseriya Demokratîk bi awayek fermî hat qebûlkirin (BDP Kongre -4)
- Demirtaş bang kir: Kurdî hîn bibin (Kongreya BDP'ê -3)
- Kongreya BDP'ê 2: Di kongreyê de kurdî li pêş
- Kongreya BDP'ê dest pê kir - 1