Diyarname
Yek ji jinên kedkar, diya gelek zarokên koçkirî, avakara BSV'ê Şahhanim Kanat îro wefat kir.
Şahhanim Kanat yek ji jinên kedkar û têkoşîner bû lê zêdetir bi weqfa "BSV" (Başak Kultur Sanat Vakfi /Weqfa Çand û Hunerê ya Başakê) hat naskirin. Wê li ser navê keça xwe ku di sala 1994'an de hat kuştin weqf vekir. Wê di sala 2003'yan de li Kayişdagiya Stenbolê BSV vekir û bi vê weqfê di warê çand, hunerê de ders da zarokên koç kirine. Weqfê gelek alîkariya zarokên ferîq, zarokên koçber bûn kir. Şahanim Kanat jî wekî avakar û seroka weqfê her di nava vê xebatê de bû, loma jî wekî diya gelek zarokan dihat naskirin. Weqfê di warê wêne, muzîk, seramîk, orîgamî, şano, lîstikên gel, zimanê îngilîzî, matematîk û gelek beşên din de ligel zarokan xebat pêş dixist. Her wiha burs jî dida xwendekaran. Heta niha bi hezaran zarok ji wir derbas bûn.
Şahhanim Kanat di heman demê de yek ji avakarên DÎKASÛM'ê (Navenda Lêkolîn û Birêvebirina Pirsgirêkên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) bû.
Wê gelek ked da têkoşîna jinan, zarokan lê ev çend sal bûn li hemberî qansêrê jî têdikoşiya. Demek ber bi başiyê ve çû lê di dawiyê de nekarî bi qansêrê û roja 3'yê mehê wefat kir.
Merasima cenazeyê Kanat 4'ê mehê saet 14'an de li Cemxaneya Îçerenkoya Stenbolê dê li dar bikeve û paşê dê li Goristana Başibuyuk bê definkirin.


