Diyarname
Xelata Hrant Dînk a Navneteweyî îsal dan hunermendê çînî Ai Weiwei û aktîvîsta mafên mirovan Eren Keskîn. Jina Hrant Dink Rakel Dink ku di merasima xelatdayînê de axivî û got: "Dewlet dixwazin bibin Xwedê, lê nizanin ku çi winda dikin."
Dink li ser aktîvîstên mafên mirovan ên li Buyukadaya Stenbolê hatibûn binçavkirin jî axivî û got: "Mixabin dîroka welatê me bi gelek rûpelên wisa tarî tije ye."
Merasima xelatdayînê li Lutfu Kirdarê hat li dar xistin. 15'ê mehê roja rojbûna Hrant Dînk e û xelatdayînê jî di vê rojê de li dar dixin.
Derbarê Eren Keskîn de heta niha 143 doz hatine vekirin. Keskîn di dema xelatgirtinê de got: "Bi gotina Hrant Dînk 'tirsa kevokek' bi me hemûyan re heye."


