Diyarname
Roj dirêj dibin, lê ne wekî her gav ku bihar hat, dûre havîn tê. Vê carê rewşeke din li holêye. Pispor wisa dibêjin:
Her ku diçe roj dirêjtir dibin.
Pisporan li ser qatên erdê, qeydên astrolojîk, girtina roj û hîvê yên berê lêkolîneke kirin, di encamê de diyar kirin ku zivirîna dinyayê ya li dora xwe hêdîtir bûye.
Ev zivirîna hêdî ya dinyayê Berî Mîladê di sala 700'î de dest pê kiriye. Sedema vê ya sedeke jî rakêjana Hîvê ye.
Zanyar dibêjin ku hêza vê rakêşanê sêde bûye, wekî mînak 100 mîlyon sal berê di serdema ku dînazor li ser rûyê dinê dijiyan zivîna dinyayê bileztir bû û ê demê rojekê 23 saet bû. Ji vê ji wêdetir: Dema giyanewerên bi yekhucreyî li ser rûyê dinê dijiyan (nêzî 530 mîlyon sal berê) rojeke 21 saet bû. Wê demê rojeke 21 saet û sal jî 420 roj dikişand.
Zanyar dibêjin bi vê hêdî zivirîna dinyayê ya li dor xwe re her ku diçe roj dirêjtir dibin û di serdema bê dedê rojeke derkeve 25 saetan.
Em çi bêjin: Saeteke me zêde bû. Ser xêrê be.