Diyarname
Salona Konserê ya Cemal Reşît Rey ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê du konser amade kirin. Konsera yekemîn bi navê "Mozart'in Kadinlari" (Jinên Mozart) êvara 7'ê mehê bi ser youtube re hat weşandin û konsera din bi navê "Anadolu'nun Kadinlari" (Jinên Anadolûyê) dê êvara 8'ê mehê saet 20.00'an de li dar bikeve.
Soprano Ayten Telek, Dilrûba Bîlgî û Nazli Deniz Suren berhemên Mozart pêşkêş kirin.
Di konsera "Anadolu'nun Kadinlari" de jî dê Mercan Erzincan, Devrim Kaya û Buse Katilmiş dê stranan pêşkêş bike. Ew her sê jin di sala 2013'yan de hatin ba hev. Koma yekem projeya xwe bi navê "Harran'dan Harput'a Meşk" (Ji Heranê heta Xerpûtê Meşk) amade kir û ev albuma wan di sala 2015'an de ji Kalan Muzîkê derket. Wan di albumê de ji Elezîzê heta Riha, Amed û Kerkûkê
Yên bixwazin dê bikaribin ji ser kanala youtube ya CRR'yê re li konserê temaşe bikin.
Ji bo temaşekirina konsera '7ê mehê "Jinên Mozart":