Amed
"Li Tirkiyeyê Konferansa Kurdistanê" li Amedê li dar ket. Vane di konferansê de tiştên ku îro hatin axivîn.
"Li Tirkiyeyê Konferansa Kurdistanê" li Amedê, li Salona Konferansê ya Otela Class li dar ket. KCD (Kongreya Civaka Demokratîk), BDP, KADEP, HAK-PAR û hin saziyên sivîl pêşengiya konferansê dikin. Konferansa ku dê du rojan bidome û têne şeş danişîn pêk bên, bi axaftina destpêkê ya Endamê Dîwana Serokatiya KCD'ê Nijad Yaruk dest pê kir. Yaruk got ku konferans ji bo gelê kurd xwedî wateyeke dîrokî ye.
Vane axaftinên di konferansê de hatin kirin:
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr: Yekîtî dê rizgarî bîne
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr kurteaxaftineke kir û got: "Gelê kurd yan dê 30-40 salên din jî van êşan bijî, yan jî dê yekîtiya xwe saz bike û bingeha aştî û azadiyê ku çêbûye xurt bike. Ger em siyaseteke baş bimeşînin û yekîtiyê saz bikin dê pêdivî pê nemîne ku kes jiyana xwe ji dest bide. Yekîtiyeke ku di vî warî de derê dê bi xwe re rizgarî û azadiya gel bi xwe re bîne."
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk: Em bawer dikin ku li pêşiya gelê me serketin heye
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî got ku ew hêvî dike ev konferans bibe sedema azadî û aştiyê. Turk got ku gelê kurd bi salan e têkoşîna xwe didomîne lê di warê xebata siyasetê de kêmasiyên wê hene. Turk got ku hêzên navneteweyî siyaseteke nû didin meşandin û wiha dom kir: "Divê gelê kurd van guherînan baş binirxînin
Hevserokê KCD'ê Turk diyar kir ku ev salekê ye ji bo "Konferansa Yekîtiyê" xebateke xurt dimeşînin, ji bo çêbûna konferansê HAK-PAR û KADEP'ê jî ked daye. Turk got ku siyaseta gelê kurd dibe sedema dewlemendiya demokrasiya welat û wiha dom kir: "Em wekhevî, edalet, aştî û yekîtiyê dixwazin. Em bawer dikin ku li pêşiya gelê me serketin heye. Ger em encameke bi dest nexin dê gelê kurd bikeve nav serdemên dijwar. Ji bo vê yekê divê pêşengên kurdan bersiva yekîtiyê bidin. Kurd li welatên ku lê dijîn ji van welatan wekhevî, aştî, aboriya çandî, bi kurtahî Xweseriya Demokratîk dixwaze. Yekîtiya kurdan gelek girîng e."
Turk got divê tu rêberekî kurdan nebêje gotina min rast e û wiha berdewam kir: "Em gere rêya çareseriyê û zimanekî hevpar ê siyasetê derxin holê. Yekîtiya kurdan mîsogeriya rojên ronî ye. Îro serketin û têkçûn ser û ser diçen. Em siyaseteke çawa dixwazin, peywira me ew e ku em vê pirsê bibersivînin. Barekî giran li ser pişta gelê me û siyasetmedarên me ye. Gel bi kedeke mezin ev bar hilgirtiye. Yên ku xwe nedane ber bar em siyasetmedar in. Tiştên ku gelê kurd dixwaze divê em wan bikin daxwaza vê konferansê."
Serokê BDP'ê Sehalattin Demirtaş: Êdî dem dema dawîlêanîna bêstatuya kurdan e
Konferans dê pêşeroja kurdan ronî bike. Dema kurd hate gotin, jê pirsgirêka kurd hate fêmkirin. Ji ber ku kurd heta hucreya xwe ya herî biçûk jî parçe bûye. Di vî warî de ji bo em bikevin nav
dîroka neteweyan divê em yekîtiya xwe saz bikin. Gelê kurd ev 200 sal in di mewziyê de têk çûne. Yan xiyaneta navxweyî yan jî li kêleka maseya guftûgoyê têk çûye. Îro hebûna kurdan bi têkoşîna ku hatiye dayîn hatiye qebûlkirin. Dem hatiye ku êdî dawî li bêstatuya kurdan bê anîn. Baweriya me ew e ku divê li ser stratejiyeke neteweyî em bên ba hev. Stratejiya me ev e. Em ne mecbûr in cudahiyên xwe, rengên xwe biguherînin. Em di wê baweriyê de ne ku di nav parçeyan de divê çareseriyên statuyî bêne dîtin. Gere li ser muşterekên hevpar bêne ba hev. Gere em qebûl bikin ku ji bo daxwazên gelê kurd yekîtî lazim e. Baweriya me ew e ku ev konferansa bingeha Konferansa Neteweyî saz bike."
Serokê KADEP'ê Şerafettin Elçî: Ji serdema Ehmedê Xanî ve lêgerîna yekîtî heye
316 sal berê Ehmedê Xanî yekîtî aniye ziman. Ji wê rojê heta îro her lêgerîneke ji bo yekîtiyê hebûye. Gelekî bi qasî ku bikaribe bi hev re tevbigere, wê çaxê jiyaneke demokratîk, mufereh heq dike. Wekî Seîdê Kurdî jî gotiye 1'ek û 1'ek din bên ba hev wekî hejmar tiştek dernaxin holê lê du yek bên ba hev ji wan 11 pêk tê û ev yek meziniyeke nîşan dide û girîngiya yekîtiyeke derdixe holê.
Divê kom, kes, partî dernexin pêş. Gere em nirxên xwe û berjewendiyên xwe yên hevpar derxin holê. Gelê kurd dixwaze bibe azad. Jiyaneke bi rûmet dixwaze. Gere em li ser van hevpariyan bisekinin. Ji ber ku ji bo şer zor li kurdan dikin, kurd şer dikin. Nexwe kurd gelekî aştîxwaz e. Gere em nîşanî her kesî bidin ku em aştîxwazên ku dest ji azadiya xwe bernadin in.
Serokê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel: Kurd dixwazin xwe bi rê ve bibin
Konferansa Kurdistanê ya li Tirkiyeyê di di têkoşîna sed salan a kurdan ya daketin û rabûnê de gaveke dîrokî ye. Hê dem heye divê rayedarên tirk çavên xwe vekin û rastiyê bibînin. Kurd li erdnîgariya ku lê dijîn dixwazin ew xwe bi rê ve bibin.
Di dema ku careke din pevçûn zêde bûne de, ji ber rewş gihîştiye ber lidarxistina operasyoneke dersînor, Birêz Barzanî ragihandiye ku mercên lidarxistina konferanseke neteweyî nîn e. Bêşik ev rewşeke xembar e û tiştek neyînî ye. Digel ev rewşen neyînî divê xebatên amadekirina konferansekê neyên terkirin. Ji ber ku konferaneseke wisa pêdivî ye.
Bi ya me divê mebûsên BDP'ê vegerin meclisê û xebata xwe bikin.
Serokê OSP'ê Sinan Çîftyurek: Em li hemberî hêzên emperyalîst bibin yek.
Aliyên me yên hevpar ev e ku kurd xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin. Em dikarin xweserî, federasyon yan tiştekî din nîşan bidin. Lê em hemû dixwazin kurd xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ji bo yên li Qendîlê çekê rawestînin em ji Tirkiyeyê dixwazin operasyonan rawestîne. Gelê kurd 50 salan li hemberî kedxwarên bêol û emperyalîstan karîn bi çanda serhildanê li ser piyan bimînin. Ji niha û pêde jî dê yekîtiya kurdan çanda serhildanê bilind bike. Em li hemberî hêzên emperyalîst bibin yek.
Serokê Tevgera Demokrat û Şoreşgerên Kurd Halim İpek:
Ji bo hikumet guh bide dengê gelê kurd ev konferans firsendek e. Gere em wekî kurd, em bibiryariya xwe nîşanî hikumetê, dewletê bidin. Ez hêvî dikim di dawiya konferansê de emê biryarên girîng bigirin. Ez pêşniyar dikim ku ji bo çareseriya pirsirêka kurd bi rêya aştî, demokrasiyê bila statuya kurdan di zagona bingehîn a nû de bigirin bin ewlehiyê. Loma 3 daxwazên min hene: Ya yekemîn qebûlkirina statuya kurdan, ya duyemîn qebûlkirina mafê perwerdehiyê ya bi zimanê zikmakî û ya sisêyan jî rakerina astengiyên li pêşiya xebata siyasî.
Konferans dê roja 18'ê mehê bi dawî bibe.


