Diyarname
Ciwanê kurd ê bi navê Cemil Karahan di spora JIU-JITSU ya bi şêweya Brezîlî de li Abû Dabiyê bû şampiyonê dinyayê.
JIU-JITSU bi koka xwe sporeke ji Rojhilata Dûr e lê şêweya wê ya Brezîlî jî heye. Şampiyoniya JIU-JITSU vê carê li paytexta Mîrekiya Ereban a Yekbûyî li Abu Dabiyê li dar ket. Ciwanekî kurd ê ji Dêrika Çiyayê Mazî Cemil Karahan ku li Swêdê dijî beşdarî vê şampiyoniyê bû. Karahanê ku heta niha di vê beşê de gelek xelat girtibûn li Abû Dabiyê di kategoriya 94 kîloyan de ket pêşbaziyê û bi ser ket. Karahan medeliya xwe ya zêrîn ya şampiyonê girt.
Karahanê ku heta niha li şampiyoniyên Swêd, Ewropa û Dinyayê bi ser ketiye, di sala 2018'an de jî li Swêdê wekî Mirovê Nimûne yê Salê hat hilbijartin. Her wiha di sala 2019'an de jî Xelata Gel stand.
CEMÎL KARAHAN KÎ YE?
Cemîl Karahan ji Dêrika Çiyayê Mazî ya Mîrdênê ye û kurê nivîskar Enwer Karahan e. Ew di sala 1991'ê de hatiye dinê û di sala 1998'an de tevî malbata xwe wekî penaberê siyasî koçî Swêdê kiriye. Ligel perwereyiya xwe wî di sala 2012'yan de dest avêtiye beşa werzîşê ya bi navê JIU-JITSUyê jî (Jûdoya Brezîlî). Ew di sala 2017'an de ketiye nav tîma neteweyî ya Swêdê.
Heta niha bi piştgiriya hin xêrxwazên swêdî, îngilîzî û belçîkî karên xwe yên werzîşê didomîne. Ew di warê sporê de alîkariya ciwanan jî dike ku heta niha alîkariya bi dehan ciwanan kiriye.
Heta niha xelatên ku Cemîl Karahanî girtine ev in:
Şampiyoniya Swêdê:
- 2016: Xelata Zêrîn, 88 kg
- 2017: Xelata Zêrîn, 94 kg
- 2019: Xelata Zêrî, 100 kg
Şamiyoniya Ewropayê:
- 2017: Xelata Zêrîn, 88 kg
- 2018: Xelata Zêrîn, 94 kg
- 2018: Xelata Zêrîn
Şampiyoniya Dinyayê:
- 2020: Xelata Bronzê, 94 kg
- 2021: Xelata Zêrîn, 94 kg