Diyarname
Hunermend Arzum Onan pêşangeha xwe ya duyemîn a peykeran bi navê "Kadin (Jin)" li Navenda Çand û Hunerê ya Tophane-î Amerî ya Zanîngeha Hunerên Bedew (li Stenbolê) vekir. Onan berî vê bi navê "Dokuz" (Neh) pêşangeh vekiribû.
Di pêşangehê de peykerên jinan ên ji dar, bronz, metal û mermerê hene. Di pêşangeha ku 22 berhem lê hene heta 14'ê vê mehê vekiriye.
Di pêşangehê de peykerek heye ku Onan ji bo Dayikên Şemiyê par ew çêkiribû û wê çaxê ji ser twitterê re bi etiketa Dayikên Şemiyê parve kiribû.
**
Nûçeya Eleqedar:


