logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

'Dewran' û 'Leylan'a Demîrtaş êdî bi kurmancî ne jî

Du pirtûkên din ên Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demartîş ji bo kurmancî hatin wergerandin û çapkirin: "Dewran" û "

  • Dîrok: 01/02/2021
  • Beş: Berhem

Cemil OGUZ

Du pirtûkên din ên Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demartîş ji bo kurmancî hatin wergerandin û çapkirin: "Dewran" û "Leylan". 

Nivîskar, rojnameger û helbestvan Rêdûr Dîjle berê pirtûka Demîrtaş "Seher" wergerandibû kurmancî. Dîjle niha jî du pirtûkên wî yên din "Dewran" û "Leylan" wergerandin. Her du pirtûk jî ji Weşanên Aramê derketin.

DEWRAN ÇÎROKÊN BALKÊŞ PÊŞKÊŞ DIKE

Demîrtaş di sala 2019'an de pirtûka xwe ya çîrokan "Dewran" pêşkêş kir. Di "Dewran"ê de 14 çîrok hene. Di çîrokan de xwendevan geh li rex karker û kedkarekî, li rex jineke birîndar, li rex zarokên ji umrê wan hatiye xwarin; geh li rex hejarekî, li rex betalekî û geh jî li rex xwezayê, li rex ekolojiyê... hêvî bi hêvî, hevok bi hevok silavê li roja hilatî dike. Ew çîrokên ku Demîrtaş bi rihê kurdî lê bi tirkî nivîsandibûn niha bi kurdî ne jî. Li nav xwendevanên tirkî de çîrokên Demîrtaş hatibûn ecibandin û niha ew bi kurdî li pêşberî xwendevanên kurdî ne.

ROMANA WÎ YA YEKEMÎN 'LEYLAN'

Demîrtaş piştî çîrokan dest avêtibû romanê û romana xwe ya yekemîn "Leylan" di sala 2020'an de weşandibû. Romana ku ji Weşanên Îletîşîmê derketibû niha ew jî bû kurdî. Leylan, romana  serdemeke dinya li mirovan bûye tara bêjingê ye. Romana serdemeke ku li nav çar dîwaran bi hikmê pênûsê li ber zor û zehmetiyan, tahde û pêkutiyan radibe... 

Leylan, çîroka Bedirxan, Sema, Qudret, Mûtlû, Zelîxa û Celal e. Çendî ku rêya wan bi kend û kosp be jî, çendî ku ji bêgavî ji warê xwe bûbin û berê wan ketibe bajar û warên xerîb jî, lê ji ya xwe danakevin. Ji ber ku li dij desthildarên dirançîq û xwînmij, ji bo cîhaneke aram sonda têkoşîn û berxwedanê li canê xwe xistine...

'MIN XWEST KIRASÊ KURMANCÎ LÊBIKIM'

Werger Rêdûr Dîjle dor du mehan li ser xebitiye û wergera xwe temam kiriye. Dîjle ji bo me, li ser wergerandina bo kurdî ya her du pirtûkan wisa got: "Min xwest kirasekî kurmancî li wan bar bikim. Ji bo vê jî heta ji dest min hat min ferhenga xwe ya kurmanciya reş xist dewrê. Ez wer dibêjim, lê helbet qerar cardin a xwendevanan e. Hêvîdar im ew tehm û ekl tê de hebe û tahma dev û zimanê wan xweş bike."

BI SORANÎ JÎ DERKETIBÛ

Du pirtûkên Demîrtaş "Seher" û Dewran berê ji bo soranî jî hatibû wergerandin û weşandin. Wergêr Ferhad Çomanî her du wergerandibûn soranî û li Başur ew hatibûn weşandin.

ÇÎROK BÛBÛ KURTEFÎLM 

Li aliyê din ji çîrokek Selahattin Demîrtaş kurtefîlmekî jî hatibû kişandin. Par derhêner Umît Kivanç çîroka Demîrtaş "Ah Asûman" kiribû kurtefîlmekî 15 deqîqeyî û li festîvalan hatibû nîşandayîn.

RÊDÛR DÎJLE KÎ YE?

Nivîskar, werger û rojnameger Rêdûr Dîjle ku piştî "Seher"ê her du pirtûkên Demîrtaş niha kirin kurdî xwedî kedek mezin e. Ew di sala 1987'an de li gundê Dêrîşê yê bi ser Stêwra Mêrdînê ve hatiye dinê.  Li Zanîngeha Kilîs û Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê Fakulteya Aboriyê xwendiye. Her wiha li Enstituya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklûyê di warê Çand û Zimanê Kurdî de Lîsansa Bêtez xwendiye. 

Di bin banê Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn de di koma senaryoyê ya "Senaroj"ê de cih girt û di senaryoya sit-com'a Kurdî "Malîno" ku di Gun TV û Stêrk TV'yê de hat weşandin de, cih girt. Li DÎHA, Ddihaber û niha jî di Ajansa Mezopotamyayê (MA) dixebite. Ligel karê ajansê alîkariya kovara Gogê dike.

Pirtûkêr wî:

-  Eşêfa Temenekî / Weşanên Ronahî / 2012 / Helbest

- Kêsek / Weşanên Lîs / 2017 / Helbest

Wergerên wî:

- Seher /Selahattin Demîrtaş / Çîrok / Werger Rêdûr Dîjle

- Dewran / Selahattin Demîrtaş / Çîrok / Werger Rêdûr Dîjle

- Leylan / Selahattin Demîrtaş / Roman / Werger Rêdûr Dîjle

- Kurdêd Elegezê / Erebê Şemo / Roman / Ji kirîlî bo latînî Rêdûr Dîjle

***

Nûçeyên Eleqedar:

- Çomanî: Bi 'Seher'a soranî Demîrtaş li Başûr zêdetir populer bû

- Rêdûr Dîjle: 'Seher'a bi kurdî ji bo wêjeya kurdî dê livek erênî bide der

- 'Ah Asûman' vê carê li Stenbolê bû

 


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?

ad

Polîtîkaya elektrîkê

ad

Tu bibî prenses dê jiyana te jî bibe belgefîlm

ad

Kawa Nemir xelata Feqî Huseyîn girt

ad

Marco Rubio wekî Wezîrê Karên Derve hat destnîşankirin

ad

Şaredariya Kobanî ji çeteyan hate paqijkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname