Dîjle: 'Seher'a bi kurdî ji bo wêjeya kurdî dê livek erênî bide der
Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Piþtî siyasetmedarê kurd Selahattin Demîrtaþ hat girtin raya giþtî hay jê çêbû ku ew ne tenê siyasetmetar e, bi nivîsê re jî eleqedar e. Wî li girtîgehê helbest, çîrok nivîsîn. Çîrokên wî bi navê "Seher" wekî pirtûkek bi tirkî hat çapkirin û di kurtedemê de bi ser 200 hezar hebî re firot ku ev yek ji her derdorî ve bala raya giþtî kiþand. Ew "Seher"a wî niha ji bo kurdî hat wergerandin û çapkirin. Pirtûk ji aliyê Rêdûr Dîjle ve hat wergerandin û ji Weþanên Aramê derket. Me li ser wergera wê û bandora ku Seher a kurdî dê li wêjeya kurdî bike bi wergerê pirtûkê Rêdûj Dîjle re xeber da.
Te kengê dest pê kir û çiqas dem kiþand wergera wê?
Min di orta Sibatê de dest bi wergera Seherê kir. Berî wergerê min çend caran tirkiya wê xwend, paþê min dest bi wergerê kir. Di 5’ê Adarê de wergera wê qediya. Lê piþtî wergerê jî, ji bo kêmasiyan temam bikim çend caran lê vegeriyam. Þaþ neyê bîra min, min di 11’ê Adarê de dosye radestî weþanxaneyê kir. Lê belê ji ber hin pirsgirêk û astengiyên di warê fermiyetê de û ji ber rewþa nivîskarê berhemê Birêz Selahattin Demirtaþ ku girtiye, ancax me dikaribû niha çap bike.
Di dema wergerê de te qet zehmetî kiþand? Ji bo te çiqas zehmet bû?
Hem rihet hem jî zehmet bû. Ji ber hêla xwe ya edebî û xwendinên xwe yên di vî warî de, ne xerîbê wergerê me. Û her wiha ji ber ku zimanê Seherê zimanekî sade û sivik bû, ez pir neêþandim. Lê belê ji ber ku ez dixebitîm, tenê piþtî kar min dikaribû werger bikirina. Rojê nêzî 7-8 saetan min karê xwe yê asayî dikir û piþt re jî, rojê 8-9 saetan bênavber min wergera Seherê dikir. Ji vê hêlê ve, zehmet bû. Lê, ji bo navber nekeve navê û werger sar nebe, heta ku min qedand min hewl da bi heman tempoyê dewam bikim. Lew, werger tiþtekî wisa ye ku dema navber têkevê û sar bibe, muzîkalîteya metnê detone dibe û tesîreke neyînî li þêweyê dike.
Ji ber kîjan pêdivî te û weþanxaneyê we ev wergerand kurdî?
Weþanxaneyê ji min xwest ez wergerînim û ez jî fikirîm ku wekî her berhemeke edebî ya bi zimanekî din, divê kurdiya Seherê jî hebe û min ev pêþniyaza weþanxaneyê bi kêfxweþî qebûl kir.
Tirkiya wê gelek eleqe dît, ji bo kurdiya wê tu li benda eleqeyek çawa yî?
Belê, tirkiya wê eleqeyeke zêde dît û ne þaþ bim di demeke kurt de 17 caran hat çapkirin û nêzî 200 hezar heb hatin firotin. Lê di vî warî de em nikarin tirkî û kurdî berawirdî hevdu bikin. Lew, di warê statu û nasnameya çandeyî de, dezavantajeke zêde ya kurdî heye û jixwe di warê jimarî de rewþa xwînerên kurdî jî kêm zêde li holê ye. Lê ji ber ku hem civaka kurd û bi giþtî jî civaka Tirkiyeyê nivîskarê berhemê Birêz Selahattin Demirtaþ ji nêz ve diþopîne û di warê siyaseteke demokratîk de hêviyê dide der, wisa bawer dikim ku dê kurdiya Seherê jî bê xwendin û wê ji bo wêjeya kurdî û xwendina bi kurdî liv û tevgereke erênî bide der.
Ger tu Demîrtaþ ne wekî siyasetmedar wekî nivîskarekî bibînî, tu dikarî wî deynî kîjan astî?
Eger em nasnameya siyasetmedariyê deynin hêlekê û di ser "Seher"ê re li qelema Demirtaþ binêrin, di warê edebî de hêviya edebiyateke hîn qehîmtir û xweþtir li mirov peyda dibe.
Gelek kesan ji bo Kemal Burkay digot "Tu siyasetê neke, here helbestan binivîse. Ger em wisa bifikirin ji bo Demîrtaþ tu çi dibêjî: A- Çîrokan/Helbestan nenivîse, here siyasetê bike. B- Siyasetê jî bike, çîrokan jî binivise. C- Siyaset karê te ye, lê ger tuyê nivîsîna çîrokan jî bidomînî vî aliyê xwe pêþ bixe...
Li vir divê em li gor struktura civakî, çandî, aborî û polîtîk li ser vê yekê bisekinin. Lew, rewþa ku civaka kurd têde ye û reng û dengê wê, li gorî konjuktura heyî tiþtekî cuda ye. Îjar ji ber ku rewþ ev e, carinan rewþenbîr, nivîskar û siyasetmedarên vê xakê pêdivî bi gelek tiþtan dibînin û bi qasî ku dikarin barê civakê ji xwe re dikin derd. Bi ya min þert û mercên ku niha Demirtaþ têde ye ev yek lê peyda kiriye û wî jî bi vê hewldana xwe bi riya huner û edebiyatê xwestiye bibe deng û rengê vê civaka kozmopolît. Yanî ez dikarim bêjim, qistaseke wisa tune ye ku kesên siyasetê dikin, bila daxilî tiþtên hunerî nebin.
Bi ya min Demirtaþ, bi Seherê nîþan da ku ew dikare di warê edebî de jî tiþtên xweþ bike. Û dema mirov li dîroka siyasî û polîtîk a civaka kurd dinêre, mînakên bi vî rengî gelek in. Ji bo nimûne; Celadet Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Mûsa Anter... Ev þexsiyet hem di warê polîtîk û hem jî di warê çand û edebî de gelek berhemên hêja afirandine. Helbet ez ne rexnegirekî edebiyatê me, bi qasî xwendina xwe dikarim bêjim: Di vê çarçoveyê de, dema mirov li Seherê dinêre ji bilî çend çîrokan, hin çîrok baþ hatine sêwirandin û Demirtaþ samimiyet û huner baþ aniye cem hev. Ev yek jî nîþan dide ku eger Demirtaþ di vî warî de hewl bide û lê hûr bibe, dê di pêþ de tiþtên xweþtir biafirîne.
***
Rêdûr Dîjle kî ye?
Rêdûr Dîjle di sala 1987'an de li Mêrdînê hatiye dinê û ji 7 saliya xwe ve li Bismila Amedê dijî. Li Zanîngeha Kilîs û Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê Fakulteya Aboriyê xwendiye. Her wiha li Enstituya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklûyê di warê Çand û Zimanê Kurdî de Lîsansa Bêtez xwendiye. Di 2012'yan de bi navê "Eþêfa Temenekî" pirtûka wî ya helbestan a ewil ji Weþanxaneya Ronahiyê der derketiye û di sala 2017'an de jî pirtûka wî ya duyem a helbestan "Kêsek" ji Weþanxaneya Lîsê derket. Romana diduyan a Erebê Þemo "Kurdêd Elegezê" ji alfabeya Kirîlî veguhast alfabeya Latînî û ji Weþanxaneya Belkiyê derket. Di bin banê Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn de di koma senaryoyê ya "Senaroj"ê de cih girt û di senaryoya sit-com'a Kurdî "Malîno" ku di Gun TV û Stêrk TV'yê de hat weþandin de, cih girt. Li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), li Ajansa Nûçeyan a Medya Dîcleyê (dihaber) xebitî û niha li Ajansa Mezopotamyayê (MA) dixebite.