Diyarname
Di çarçoveya Festîvala Kîjan Mafên Mirovan de kurtefîlmê bi navê "Ah Asûman" li Aynali Geçît a li Beyogluya Stenbolê hat nîşandayîn. Kurtefîlmên ku ji çîroka Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş hatiye girtin ji aliyê derhêner Umît Kivanç ve hatiye kişandin.
Ah Asûman qala çîrokeke evînî ya ajokarekî dike. Kurtefîlmên ku heta niha li hin bajaran di festîvalan de hatibû nîşandayîn vê carê li Stenbolêbû. Piştî nîşandayîna kurtefîlm Umît Kivanç û senarîst Gaye Boralioglu li ser pêvajoya kişandina kurtefîlm axivîn.
Boralioglu got ku wan çawa pirtûka Demîrtaş xwendiye wan gotiye divê ev çîrok bibin fîlm, pêşî fikirîne ku her çîrokê bikişînen, her çîrokê du derhêner bikişînin, lê çênebûye lê Umît Kivanç ku her bi inyad de bi paş ve gav neavêt, çîrok xwe kişand. Boralioglu got ku Demîrtaş gelek kêfxweş bûye ku wan çîroka wî kiriye fîlm, di dema amadekirina senaryoyê de senaryo bi Demîrtaş daye erêkirin û sipasiya Demîrtaş kir ku destûr daye ew vê çîrokê bikin fîlm.
Derhêner Umît Kivanç li ser jîrbûna pênûsa Demîrtaş sekinî, diyar kir ku Demîrtaş ne siyasetmedar ba bi pênûsa xwe dikarî gelek tiştên din bike lê mecbûriyetek li holê heye û wisa got: "Demîrtaş ne wekî siyasetmedarên niha ye, ew wisa tiştek e bi ser wan re ye."
Li ser pirsek ku Demîrtaş kariye li kurtefîlm temaşe bike yan na jî Kivanç got ku di van rewşan de derfetek wisa çênebûye lê haya wî jê heye li festîvalan te nîşandayîn û ji bo vê yekê jî kêfxweş e.
Di çarçoveya 10'emîn Festîvala Kîjan Mafîn Mirovan de "Ah Asûman" du caran hat nîşandayîn. Festîvala ku 7'ê mehê dest pê kiribû, bi nîşandayîna belgefîlmên êvara 11'ê mehê bi dawî bû. Kunye: Nav: Ah Asûman Derhêner: Umît Kivanç Çîrok: Selahattin Demîrtaş Senaryo: Gaye Boralioglu Lîstikvan: Settar Tanriover, Halil Babur Produksiyon: Çigdem Mater Mawe: 15 deqe
**
Nûçeya Eleqedar:
- ‘Kîjan mafên mirovan?’ 10'emîn car tê