Diyarname
Serokê Baroya Amedê yê wê demê Tahir Elçî rojek wekî îro di sala 2015'an de li ber Minareya Çarling a li Balikçilarbaşiya Amedê hat kuştin. Ji wê rojê heta niha kujer nehatin dîtin, dosya her hate taloqkirin. Îro di 3'yemîn salvegera qetilkirina Elçî de jina wî Turkan Elçî, nûnerên baroyên Amed, Dîlok, Îzmîr, Enqere û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB), parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn, Selçûk Mizrakli, Mûsa Farisogûllari û gelek parêzer ji bo bîranîna wî li cihê we hat kuştin hatin ba hev.
Bi sedan kes ji ber Edliya Amedê dest bi meşê kir û heta ber Miraneya Çarling hat. Ev yek ji wêneyên ku li wir hatiye kişandin e. Ji nav van Wêneya em vê hildibijêrin û wekî wêneyê rojê pêşkêş dikin.



