logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Ji Qoserê heta Zanîngeha Sorbonê Serokê Beşê Kurdî behsa serboriya xwe dike

Çîroka Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Sorbonê li kolanên Qoserê dest pê kir. Vê mehê mêvanê portreya me ew e.

  • Dîrok: 05/10/2020
  • Beş: Portreya Mehê

Diyarname

Li nav malbateke qelebalix hat dinê, kincên mezinên wî her jêre man, lê dîsa jî zarokekî dilşad bû. Di lîseyê de ji nav hemû xwendekaran di nav 250 xwendekarên rûmetê de cih girt. Di 21 saliya wî de Koma Amed helbesta wî kir stran û ket nava wêjeya kurdî. Ji ber nameya Mehmet Uzun wekî “xayîn” hat îlankirin. Paşê ber bi Ewropayê ve û gelek xebatên din ên li ser zimanê kurdî...
Em qala nivîskar Îbrahîm Seydo Aydogan dikin. Aydogan ku niha Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Sorbonê ye vê mehê mêvanê “Portreya Mehê” ye. Fermo em bi hev re bixwînin.

***

‘MIN ZAROKATIYEK XWEŞ DERBAS KIR’

Sala 1976’an li Qoserê çêbûme. Em 13 xwişk û bira ne. Zarokatiya min hemû li Qoserê derbas bû. Min zarokatiyeke xweş dît, lewre di nava malbateke qerebalix de û teva xwarzî û biraziyên ku di temenê min de bûn, min derfet nedît ku aciz bibim. Em ne malbeteke dewlemend bûn, lê kêmaniya me jî zêde çênedibû. Ji ber ku ez birayê piçûk bûm, tim kincên mezinan ji min re dihatin hiştin. Dêya min jêra pantolonan qut dikir û min li xwe dikir. Gava ku yên dora mirov jî xizan bin, mirov hay ji xizaniyê çênabe.

DI NAV 250 XWENDEKARÊN RÛMETÊ DE

Min di 5 saliya xwe de dest bi dibistanê kir, lewre bavê min ez di nifûsê de du salan mezin nivîsandibûm. Ji ber ku zîrek bûm, di dema xwendekariya lîseyê de ketibûm nava 250 xwendekarèn rûmetê ku her sal li seranserê dibistanên Tirkiyeyê dihatin hilbijartin. Min piştî lîseya Qosêrê di cîh de Zanîngeha Dîcleyê û beşê Mamostetiya Ziman û Wêjeya Tirkî qezenc kir. Sala 1997’an li Stenbolê li Lîseya Sultanahmedê a dîrokî mamostetiyê dest pê kir. Piştî 3 salan min bûrsa hikumeta fransî bi dest xist û ez çûm Fransayê. Li wir fêrî fransî bûm. Bi dû re, li Zanîngeha Sorbonê, min mastera li ser Wêjeya Fransî bi dest xist. Ez di masterê de li ser mijara Romanên Dîrokî û Victor Hugo xebitîm, lê di ber re min semînerên li ser Proust û Stendhal û Wêje û Felsefe û rexneyê jî wergirtin. Bi dû re, li Zanîngeha Rouenê, min doktoraya zimannasiyê kir. Ez li ser Demsazî û Hevoksaziya Romanên kurdî xebitîbûm û bi wê xebatê ve min mertebeya profesoriya alîkar bi dest xist.

KOMA AMED HELBESTÊ DIKE STRAN

Sala 1994’an min dest bi nivîsandina kurdî kir. Sala 1996’an, min helbestên xwe dabûn Cemîl Denlî yê ku hatibû da ku li NCM’ê bixebitiyaya. Wî bêyî min helbesteke min di hejmara 7’an a kovara Jiyana Rewşenê de dabû çapkirin û Koma Amedê jî ew helbest kiribû stran. Gava ku ez havînî hatim Stenbolê û pê hisiyam, elbet pir kêfa min hatibû. Ez 21 salî bûm û di nava wêjeya kurdî de êdî ji nişka ve behsa min jî dibû. Bi destê herkesî ve nakeve ev serbilindî û di wî temenê ciwan de.

SALÊN 90'Î ŞEVBUHÊRKÊN WÊJEYÊ. 

Çer ku min li Stenbolê dest bi mamostetiyê kir, ez di ber re di NCM’ê de jî ji bo kovara Jiyana Rewşenê dixebitîm. Min û Kawa Nemir bi hev re pêşniyar kir ku em nîqaşan li ser wêjeya kurdî bidin kirin. Me nêzî 10 mehan û mehê carekê şevbihêrkên toreyî li dar dixistin. Pirr xweş bû û eleqeya wêjehezan û çapemeniya kurdî baş li ser me û karê me bû. Hingê peywendiya me bi welêt re jî hebû. Hê gava ku xwendekar bûm, min kovara Jiyana Rewşen bir Amedê. Wan deman rewşa awarte hebû û qedexe bû ku weşanên kurdî bihatana herêmê. Ez bawer im ku wê demê bandora me li ser gelek endamên nifşê me çêbû û ew jî ji bo nivîsandina kurdî teşwîq dibûn. Lê hin kesan dezgehên kurdî li gorî kêfa xwe bi kar dianîn. Mesela ji ber ku Mehmed Uzun helbestên min ecibandibûn û nameyek ji min re şandibû saziyê, navê min bi xayintî hate derxistin û ez mecbûr mam ku ji NCM’ê bi dûr bikevim. Hingê, ez çûm Weşanxaneya Dozê û min li wir kovara Pelînê derxist ku tê de mohra tu rêxistin û dezgeha siyasî nebû. Lewma herkesî tê de dinivîsand û sansur li ser babetan tunebû. Lê rewşa siyasî giran bû û neyariya navxweyî hebû. Tê bîra min ku Pelîn ji ber ambargoya navxweyî nikarîbû biketaya hin sendîkayên Amed û Rihayê. Dihat gotin ku ew kovar ya MIT’ê bû. Kesên mîna Murat Batgî di bingeha vê propagandayê de hebûn. Ew berî ku bibe “kulturel korucî”, yek ji berpirsên NCM’ê bû. Lê, me guh nedida van antîpropagandayan. Em bi xwe komeke ciwanên nivîskar bûn. Me bandor li komeke mezin ya ciwanên mîna xwe dikir û ew nivîskarên ciwan yên wê dema me îroj nivîskarên navdar in di kurdî de. Ya ku em dianîn cem hevdu, ne rêxistin û partî bû, lê tenê eşqa zimanê kurdî bû.

SERDEMA EWROPAYÊ DEST PÊ DIKE

Min bûrsan xwendina bilind ji Fransayê wergirt û min terka mamostetiyê kir. Piştî Master û Doktorayê, sala 2007’an wekî Profesorê alîkar ketim INALCO’yê ku di civata me de wekî Sorbon tê naskirin. Li wira di beşê kurdî de îroj wekî Serokê Beşê Kurdî dixebitim û dersên cuda cuda li ser ziman û wêje û dîrok û rexneya wêjeyî didim.

YEKEM ROMANA LI TIRKIYEYÊ HATIYE NIVÎSÎN

Helbest ji bo ciwanekî hêsantir e, lewre kelkela hest û giyanê wî ye û demeke zêde ji nivîsandina wê re pêwîst nake. Gava ku yekem helbesta min hate çapkirin, min dest bi nivîsandina romana xwe kir; lewre min dixwest romana dewra xwe binivîsim. Bi dû re pê hisiyam ku ew yekem romana kurdî bû ku li Tirkiyeyê hatiye nivîsandin. Wê demê, hayê me zêde ji romana kurdî tune bû. Me bi tenê Romanên Mehmed Uzun û hin berhemên kurdên Kafkasyayê xwendibûn. Min ji sebra nivîsandinê û avakirina cîhanên xeyalî hez dikir. Celebê romanê jî bazara wêjeyî bi temamî wergirtibû; lê bi kurdî pir kêm roman hebûn. Hema ez bibêjim: hejmara hemû romanên kurmancî 25 bû. Lewma min berê xwe da romanê û xwest romaneke kurdî binivîsim. Îroj 3 romanên min hene ku niha ya sêyem amade dikim, lê li ser hev, min heta niha 10 pirtûk bi kurdî çap kirine ku 4 jî wan lêkolînên li ser ziman û wêjeyê ne, 2 roman in, 1 çîrok e û 3 jî werger in.

XEBATÊN TV’YAN

Piştî doktoraya xwe, ez salekê di Tishk TV’de wekî pêşkêşvanê nûçeyan xebitîm. Elbet di servîsa nûçeyan de jî dixebitîm. Di ber re min bernameyeke wêjeyî jî çêdikir. Sala 2008’an, gava ku televîzyona Kurd1 vebû, li ser daxwaza Kendal Nezan yê berpirsê televîzyonê, ez wekî edîtor çûm vê televîzyona nû. Li wir, min yekem metoda dîtbarî ya fêrbûyîna kurdî DERSA KURDÎ amade kir ku xelk dikarin li ser YouTube temaşe bikin. Ez her wiha tev li rêvebiriya karê dublajê bûm. Me wê demê 150 filmên amerîkî û nêzî 500 belgesel bi kurdî dan dûblajkirin û weşandin. Axir, min ji bo danasîna kesayetiyên girîng yên qada kurdnasiyê û rewşenbîr û hunermendên kurd û dostên kurdan jî, bernameyek bi navê Pencereya Kurdî ji bo Kurdistan24 amade kir û pêşkêşvaniya wê kir. Yanî min gelek kar di ber hev re meşandin. Wekî mînak, min salekê jî edîtoriya Le Monde Diplomatique Kurdî jî kir û min gelek karên wergeriyê jî kiriye.

‘ROMANA NÛ DIVÊ JI LEYLA FÎGARO XURTIR BE’

Ez niha romanek bi navê Komediya Kurdistanê dinivîsim ku ev 10 sal in ku hewl didim ku wê bikemilînim, lewre ez celebekî nivîsandinê yê nû diceribînim û diviya ez bi xwe bigihîştama kamiliya wê mijarê, da ku temam bikim. Hin beşên wê ne bi dilê min bûn, lewma min heta niha sekinand. Diviya ji Leyla Fîgaro xurttir bûya. Ez bawer im ku ew ê wê derbas bike. Heger bikarim, belkî sala bê bidim çapkirin. 

‘EZ JINEK JI ŞAKIRO HEZ DIKE PEYDA BIKIM…’

Ez bavê kurekî me ku navê wî Seydo ye û 11 salî ye. Zewaca min sala 2016’an bi jineke fransî re xilas bû ku dêya Seydo ye. Niha azib im, yanî azad im. Heger ez jinekê peyda bikim ku ji kilamên Şakiro hez bike, ez ê pê re bizewicim; lê zehmet e ku mirov jinekê peyda bike ku hem xwende be û hem jî ji stranên dengbêjan hez bike. Lewre li nava mala min û li nava dilê min zimanê kurdî serdest e, digel ku ez ji bilî kurdî (kurmancî û soranî), bi fransî û îngilîzî û tirkî jî dizanim.

Di bîra min de kuştina birayê min wekî kulekê maye. Navê wî Seydo bû û wî ez fêrî nivîsandina kurdî kiribûm. Min navê wî li xwe kir û li pey kuştina wî min dest bi nivîsandinê kir. Min her du pirtûkên xwe yên lêkolînî û teza xwe a doktorayê jî diyarî wî kirine.

***

Pirtûkên Îbrahîm Seydo Aydogan ên ku wî nivîsandine û yên wergerandine:

- Reş û Spî, roman, 1999 (wergera farisî derketiye)

- Leyla Fîgaro, roman, 2002

- Hezriya Xwedê, çîrok, 2005, (wergera erebî niha çap dibe)

- Guman1, lêkolînên zimannasiyê, 2013

- Guman2, lêkolînên wêjeyî, 2014

- Navê min Sor e, wergera romana Orhan Pamuk ji tirkî (teva Mustafa Aydogan hatiye kirin), 2003

- Nezanîn, wergera romana Milan Kundera (teva Musa Ekici, Sara Anter û Rana Anter hatiye kirin), 2014

- Romannivîsê saf û dilovan, wergera pirtûka Orhan Pamuk li ser hunerê romanê ji tirkî, 2015

- Ziman û Wêjeya kurdî, edîtoriya pirtûka lêkolînî (tevî Selîm Temo Ergul), 2010

- Kurdolojî, edîtoriya pirtûka lêkolînî, 2011


Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Portreya Mehê - Nivîsên Dawî
news
  • 02 07 2025

Bi salan e li ber Kela Hewlêrê wêneyan xêz dike

news
  • 17 09 2024

Parçeyek ji dîroka kurdan: Mehmed Emîn Bozarslan 90 salî ye

news
  • 17 06 2024

Ji bo klamên Germiyanê 41 salên xwe dan

news
  • 25 04 2024

Doktorê alîkariya birîndar kir, Dr. Ciwan Hemî

news
  • 21 02 2024

Selîm Temo: Çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşê nû

news
  • 02 10 2023

Portreyeke cihêreng: Ev 25 sal in li Hewlêrê parfuman çêdike û difroşe

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

'Yêkê Yêkê' hişt û çû

ad

Îmamoglu: Agahiyên tên me kêfxweş dikin

ad

Li festîvalê fîlmên derhênerên kurdan li benda temaşevan in

ad

Malperên kurdan çi dinivîsin?

ad

Pêşkêşvan Dilara Gonder îstîfa kir

ad

Oxfordê li ser çapemeniya Tirkiyeyê lêkolîn kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname