Cemil OGUZ
Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de 6 fîlmên derhênerên kurdan hene. Di dîroka Festîvala Fîlman a Stenbolê de heta niha heman salê yek du fîlmên derhênerên kurd cih girtine lê yekem car di salek de ew qas derhênerên kurd bi ew qas fîlmên xwe beşdarî festîvalê dibin. Fîlm vê hefteya pêşiya me yek bi yek têne nîşandayîn. Me ew ji bo we dan hev.
‘ZALAVA’
Zalava fîlmê derhêner Erselan Amîrî (Arsalan Amiri) ye. Amîrî li di sala 1975’an de li Senendejê hatiye dinê. Wî heta niha senaryoya gelek fîlman nivîsiye, lê “Zalava” yekemîn fîlmê wî yê metrajdirêj e. Fîlm temaşevanan dibe gundekî dûr bi navê Zalava, bi ser bawerî, kevneşopî û hemdemîbûnê re çîroka xwe pêşkêş dike.
Di fîlm Navid Pourfaraj, Pouria Rahimi Sam, Hoda Zeinolabedin, Baset Rezaei, Shaho Rostami, Fereydoun Hamedi, Zahed Zandi, Saleh Rahimi dilîzin. Fîlmî par li Festîvala Venedîkê Xelata Mezin, Xelata Fisresci, di festîvala Fajrê de Xelata Senaryoya Herî Serketî, Xelata Fîlmê Yekem, Xelata Lîstikvanê Duyemîn ê Serketî, di festîvala Fantasticê de jî Xelata Fîlmê serketî girt.
Fîlm 11’ê mehê saet 16.00 de li Cine1am Cittsê tê nîşandayîn.
‘SONNE’
Sonne fîlmê derhêner Kurwin Ayub e. Ayub berê kameraya xwe da ye 3 ciwanên serdema nû, yek jê kurd, didu biyanî lê hevalên hev. Ciwanên ku bi ser tora civakî re dikin xwe binasin, dikevin nav jiyaneke nû. Rêyeke nû li pêş wan e. Fîlmê ku par li Festîvala Berlînê hat nîşandayîn bi Xelata Fîlmê Pêşî ya Serketî vegeriya.
Derhêner Kurdwin Ayub di sala 1990’î de li Başûr hatiye dinê, lê li Avusturyayê mezin bûye. Ayub berî vê kurtefîlmên “Boomerang” (2018) û “Seksy” (2013) û belgefîlmê “Paradise! Paradise!” (2016) kişandibû. Ayub bi vî fîlmê xwe yê metrajdirêj gaveke girîng avêt nav qada sînemaya navneteweyî.
Fîlmê “Sonne” 11’ê mehê saet 19.00’an de li Kadikoy, li Sînemaya Kadikoy, 13’yê mehê saet 11.00’an de li Cinewam Citys a Nîşandayî tê nîşandayîn.
‘ÇAR DÎWAR’
Çar Dîwar fîlmê nû yê derhêner Behmen Qubadî (Bahman Ghobadi) ye. Fîlm yekem car li Festîvala Stenbolê dê bê nîşandayîn.
Boran ligel malbata xwe ji welatê xwe dûr, li Stenbolê muzîkarî dike. Jina wî qet behr nedîtiye. Boran bi salan xebitiye û xaniyeke ku behr dibîne ji bo malbata xwe kiriye. Dema rojek vedigere malê dibîne ku avahiyeke nû ku çêdikin dîmena wî ya behrê xira dike. Boran ji bo carek din wê dîmenê bi dest bixe dê bitêkoşe lê her ku here dê encamên xirab derên.
Di fîlm de lîstikvan Amir Aghaee, Funda Eryigit, Fatih Al, Onur Buldu, Bariş Yildiz, Denizhan Akbaba, Uygurlar Derya dilîzin.
Fîm 13’yhe mehê saet 21.30 de li salona Atlas 1948 tê nîşandayîn. Fîlmê Qubadî di beşa Pêşbaziya Neteweyî de tê nîşandayîn û dikeve pêşbaziyê.
‘EZMÛN’
Ezmûn fîlmê Şewket Emîn Korkî (Shawkat Amin Korki) ye. Korkî bi “Bîranînên li ser kevirî” ji gelek festîvalan xelat girtibû, vê carê bi “Ezmûn”ê li pêşberî temaşevanan e.
Rojîn ji bo here zanîngehê dê bikeve ezmûnê û ger bi ser nekeve dê bavê wê bi zorê wê bide zewicandin. Ger bikaribe here zanîngehê dê azad bibe. Xwişka Rojîn dike ku alîkariya xwişka xwe bike lê ev niyeta pak dê rastî zehmetiyan bê.
Fîlm par li Festîvala Karlovy Vary Xelata Fipresci, li Festîvala Tîranê jî Xelata Senaryoya Serketî girt. Di fîlm de Avan Jamal, Vania Salar, Hussein Hassan, Shwan Attoof û Hoshyar Nerwayî dilîzin.
Fîlm 16’ê mehê saet 11’an de li Atlas 1848, 17’ê mehê saet 19’an de li Cinewam City’s 3 û 18’ê mehê saet 13.30 de li Sînematek/Sînemaevî bê nîşandayîn.
‘BERIYA ŞEVÊ’
Beriya Şevê fîlmê nû yê derhêner Alî Kemal Çinar e. Çinar ku di fîlmên xwe de şêwazeke taybet bi dest xistiye, vê carê di dema Rewşa Awarte de berê kameraya xwe dide jiyana sê karakterên cuda. Çinar temaşevanan dibe wê serdemê û bi fotoyan paşeroja bajêr ji nû ve dijî.
Di fîlm de Gulbîn Bozan, Rabîa Çinar, HusnuTimur dilîzin. Fîlm 18’ê mehê saet 16.00’an de li Atlas 1948 tê nîşandayîn. Fîlmê Alî Kemal Çinar di beşa Pêşbaziya Neteweyî de tê nîşandayîn û dikeve pêşbaziyê.
’SUÇLULAR’
Fîlmê dawî ku em qal bikin kurtefîlmekî bi navê “Suçlular” e. Fîlmê Serhat Karaaslan 18’ê mehê saet 13.30 de li Cinewam City’s 7 tê nîşandayîn.
Du xwendekarên zanîngehê ji bo şeveke romantîk ligel hev derbas bikin diçin hotêlek lê ji ber ku nezewicîne gelek tişt tên ser hev. Fîlm di beşa kurtefîlman de heta lîsteya kurt a Oscarê çû. Fîlmê ku ji gelek festîvalên mezin gelek xelat girtine ji Siyadê jî Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî girtibû.
Di fîlm de Deniz Altan, Lorin Merhart, Erdem Şenocak û Ercan Kesal dilîzin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Ji bo du hefteyan fîlmên ji dinyayê li Stenbolê ne
- Hin panel û gotûbêjên li ser sînemayê
- Festîvala Stenbolê, fîlmên 5 derhênerên kurd têne nîşandayîn
- Serokê Juriya Pêşbaziya Navneteweyî diyar bû
- Festîvalê fîlmê ku dê restore bike diyar kir
- Endamên Juriyê yên Festîvalê diyar bûn
- Xelatê Rûmete ê Sînema hamey eşkerakerdin
- Serokê Juriyê Festîvaley Stenbolê eşkera bî
- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com