Diyarname
Muzîkarê navdar ê ji Gineyê yê bi navê Mory Kante ku li dinyayê bi strana "Yêkê Yêkê" navdar bûbû di 70 saliya xwe de mir.
Hunermend Mory Kante li paytexta Gîne Konakrî li nexweşxaneyeke dihat derman kirin lê nekarî wî xilas bikin û roja 22'yê mehê wefat kir.
Kante di 29'ê adara 1950'î de li Kissidougou hatibû dinê. Di 7 saliya xwe de ji bo li korayê bide û hin dengên gelêrî hîn bibe wî dişînin Maliyê. Di sala 1971'ê de beşdarî koma Rail Band bû ku Salif Keita stranbêjê komê bû. Di sala 73'yan de Keita dema vediqete Kante cihê wî dadigire.
Kante di sala 1987'an de bi strana "Yêkê Yêkê" navdar dibe û li dinyayê tê nasîn. Di sala 2001'ê de Dibe Qasidê Başiyê yê Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî.
Ew di nav hemû hunermendên Afrîkayê de bûbû kesê yekemin ku herî zêde albumên wî hatine firotin.
Kante roja 22'yê mehê ji ber dilê xwe li nexweşxaneyê wefat dike.
Albumên wî ev bûn:
- Courougnegne (1981)
- N'Diarabi (1982)
- A Paris (1984)
- 10 Cola Nuts (1986)
- Akwaba Beach (1987) (#1 SUI; #13 GER; #43 SWE)
- Touma (1990)
- Nongo Village (1993)
- Tatebola (1996)
- Tamala – Le Voyageur (2001)
- Best Of (2002)
- Sabou (2004)
- La Guinéenne (2012)
- N'diarabi (2017)