logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Bernameyeke taybet li ser çilrojiya Rezoyê Osê

Roja 14. 04. 2010’a, di seet 23.00’an de, Roj TV bernameyeke taybet bo çilrojiya nivîskar û helbestvanê kurd Rezoyê Osê

  • Dîrok: 13/04/2010
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Roja 14. 04. 2010’a, di seet 23.00’an de, Roj TV bernameyeke taybet bo çilrojiya nivîskar û helbestvanê kurd Rezoyê Osê diweşîne.

Bername ji alî helbestvanê kurd Ehmedê Huseynî ve hatiye amadekirin û pêşkêşkirin. Di bernameyê de wê bi beşdarbûna hevjîna Rezoyê Osê, Nîgara Samiyê Namî dest pê dike.

Her wiha Bavê Nazê, Dr. Seîd Mele, Zagrosê Hajo, Hoşeng Osê, Arjen Arî, Konê Reş, Deham Ebdulfetah, jî wê bi telefonan beşdarî bernameyê bibin û hestên xwe, bîr û boçûnên xwe der barê helwest, çalakî, kurdewarî, nivîskarî û mirovatiya Rezoyê Osê der bibin.

Di dawiya bernameyê de jî Ehmedê Huseynî wê van gotinên jêrîn pêşkêşî giyanê nivîskarê kurd Rezoyê Osê dike:

 

Li wir bûm, di bagera xatirxwestinê de li destên te digeriyam.

Bajarekî bi qasî dilê te nazik, bi qasî kenê te xweşik, li pey min di tozê de dima.

Min ji te dipirsî:De vê kurdistanê ji ser milên xwe bavêje!

De vê reşegirêdanê hînî êşan, hînî xewnan, hînî birînan û hînî kezebên şewitî yên berbangê bike!

Ji hespê peyvê peya be helbestvano!

Pênûsa xwe di çavên qederê de daçikîne, hawara min a ji kevir himbêz bike, darbesta min li ser milên peyvê bi dilopên baranê bipesinîne...!

Van welatan...

Wan sosretan...

Van kevokan û wan dayikên şînîhilgir li min û xwe dabeş bike!

Dabeze siwaro û li hinarkên avdarê binêre!

Li reşegulên dilê Qamişlokê binêre!

Û pênûsa mirinê ji destê xwe bavêje, ximava xwe di çiyayên bêrîkirina min de dawerivîne, min li pey xwe, wek ku mirin hêjayî deryaçeyên girî be, di nav pencên bêriyê de zuha bike!

Ez li wir bûm

Min gulhinarên dengê te di himbêza çûrokên dayika xwe de dilorandin

Min bajarên mirinê, wek rûpelên helbestê, yeko yeko li pey darbesta te diçirandin

Min dilê te yê nazik, bişirîna te ya ji komkujiyan, avdara te ya ji goristanên mezin, ji şehîdên mezin, ji xewnên mezin, ji xatirxwestinên mezin, ji şkestinên mezin, ji giriyên mezin û ji xwînên mezin, di ferhenga evînê de dimeyandin..

Min ji te re digot: dabeze, jiyan li me dereng bûye, çavên bendemanê bi ewran re dibezin û destên me di bagerên mirinê de pêrgî hev dibin.

De peya be siwaro!!

Ez li wir bûm

Li Dekşûriyê, şevistan radestî şopa rêberan û radestî silavên me dibû

Li Amedê birc û keleh di giriyê me de dixeniqîn

Li Hewlêrê destên me di taya xatirxwestinê de pûç dibûn

Û li Qamişlokê, bi hezaran qublename di çavên me de diteqiyan

***

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 13 05 2026

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

news
  • 13 05 2026

Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin

news
  • 13 05 2026

Dengbêj li ber Ulu Camiyê bûn

news
  • 13 05 2026

Îlham Ehmed û endamên din ên Rêveberiya Xweser çûn serdana Gora Bedirxaniyan

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Yeqîn H. jî wekî nivîskar beşdarî me bû

ad

"Kurdên Sûriyeyê" jî hatin!

ad

Xelîl Osman: Civandina Kongreya Netewî pêwîstiya herî mezin e

ad

Ji bo Amedê kesî serî li AKP'ê nedaye

ad

Li Helebce Festîvala Hinaran destpê kir

ad

Li ser 'Şeşaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname