Diyarname
Di van salên dawî de kurd rojên 15'ê gulanê wekî Roja Ziman pîroz dikin û ji bo vê rojê hefteyeke çalakiyên ziman li dar dixin. Îsal ev hinek zû dest pê kir.
Roja 8'ê mehê li Dolapdereya Zanîngeha Bîlgiyê ji bo vê yekê çend çalakî hatin li dar xistin. Pêşî si sernavê 'Li ser Giyanê Wêjeya Kurdî ya Nûjen' bi beşdariya Dr. Haşîm Ahmadzadeh (Zanîngeha Exeterê), Remezan Alan (Nivîskar, Rexnegir), Îrfan Amîda (Nivîskar, Helbestkar) û Çiya Mazî (Nivîskar, çîroknûs) panelek li dar ket.
Ahmadzadeh li ser romana modern sekinî, li ser ziman a di dema împaratoriyan de hin dîtinên xwe anî ziman û wisa got: "Şahê Îranê bi tirkî helbest dinivîsî. Siltan Selîmê Osmanî bi farisî dinivîsî. Îro mimkûn e Tayyip bi farisî, yan Ehmedî Nejad bi tirkî binivîse. Êdî ziman jî bûye siyasi. Di dema împaratoriyan de ziman ji bo neteweyekê ne bingeh bû. Li Rojhilat ev dihat zanîn: Zimanê osmanî zimanê leşkerî bû, yê erebî zimanê ilmî, farisî jî zimanê wêjeyê bû."
Ahmadzade diyar kir ku di sedsala 19'an de li dinyayê rojname tesîrê li miletan dikin, ji bo kurdan jî got ku rojnameyê wan di 1898'an de derketiye lê ne li ser axa xwe, li sirgûniyê. Li dinyayê rojname dertên, pirtûk têne firotin, bazar çêdibe, lê yên me bi zimanê xwe nikarin derxin.
Rexnegir Remezan Alan jî li ser xebatên rewşenbîrên kurd ên dest pêka sedsala 20'an yên li Stenbolê kir, diyar kir ku modernbûna kurdan di sala 1908'an de bi "Kurt Meşrutiyet Mektîb" dest pê kiriye.
Alan got ku kurd di warê modernîzmê de derengmayîne û wekî sedem jî qedera siyasî, erdnîgarî, bi ser de jî bindestî nîşan da. Ji ber vê edîbên kurd ketine nav helwdanên bi lez, rojname û komel vekirine. Alan wisa got: "Modernîzasyona kurdan ji rasyonalîzma ku hêdî hêdî projeyên xwe dixe jiyanê bêpar e. Ew di bezê de ye ku ezê çawa xwe bigihînim modernbûna dinyayê."
Helbestvan Îrfan Amîda jî pirsên wekî kevn çi ye, nû çi ye, çima kevn e kirin.
Amîda got ku modernbûna kurdan xwe disporêke dîroka kurdan lê ew dîrok jî qet qetî, dîrokek derblêketî ye, ev yek xwe di ziman de jî nîşan dide. Amîda wisa dom kir: "Edebiyata kurdan ne li ser ekolan, li ser nifşan re meşiya ye. Ji ber derblêketinan nifşên jibîrbûyî ne. Mînak nifşê Tîrêjê. Ger nifşê Rewşenê derneketa belkî piştî sed salan meyê ew nifş kifş bikira, belkî nekira jî."
Helbestvan Amîda diyar kir ku ew edebiyata kurdî bi salên 90'î û bi Rewşenê dide dest pê kirin û wekî sedem jî wisa got: "Ji ber ku tu nifşî 20 salan dom nekiriye, sermiyanek belavbûyî neafirandiye. Berê sermiyan hebû lê têkiliya wê û gel tune bû. Divê ev nifş bê nirxandin, bê rexnekirin jî."
Niviskar Çiya Mazî ku li ser folklorê axaftina xwe kir jî got ku folklor li gundan heye, yên ku nû dest bi nivîsên dikin diçin gundan lêkolînê dikin û li ser vê yekê hin nav wekî mînak da. Mazî got ku her klameke dengbêjan wekî romanekê, çîrokek dirêj e û ji klamên Huseynê Farî û Fadilê Kufragî mînak da.
Her wiha Mazî diyar kir ku çîroka modern ku niha tê afirandin li ser hîma çîrokên berê hatine afirandin.
Piştî panelê lîstika "Araf" ku Aydin Orak têde dilîze hate pêşkêş kirin. Piştî lîstikê jî hunermend Mehmet Atli derket ser dikê û stranên xwe pêşkêşî temaşevanan kir.
**
Nûçeya eleqedar:
- 'Li ser Giyanê Wêjeya Kurdî ya Nûjen' nîqaşek