Diyarname
Komek saziyên eleqî yên sivîl ên li Ewropayê ji bo hilbijartina dersa kurdî bang kirin.
Kongreya Avakirinê ya Dêrsimê, Fedarasyona Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, Federasyona Komeleyên Mereşê, Navenda Çandê ya Koçgirî a Ewropayê, Komeleya Xinûsê ya Almanyayê, Însiyatîfa Gel a Kurecîkê ya Almanyayê, Federasyona Kurdên Anatoliya Navîn, Komeleyên Demokratîk ên Elewî bi daxuyaniyeke nivîskî banga hilbijartina dersa kurdî li dibistanan kirin.
Di daxuyaniyê de bal kişandiye ser polîtîkayên li ser kurdî û bang li kurdan hat kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin yan na dê kurdî jî bi windabû re rû bi rû bimîne. Daxuyanî wisa dibêje, "Di demekî ku kurdî bi windabûnê re rû bi rû maye de ya esasî ew e ku ji kreşê heya zanîngehan kurdî bê parastin, xwedî statuyekî fermî be û wekî zimanê perwerdeyê bi destûra bingehîn were mîsogerkirin. Dema ku em vana didin ber çavan divê kurd ji bo zarokên xwe di nava dersên bijarte de kurdî hilbijêrin. Ev mijarekî wekî jiyanî girîng e."
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Parêzerên li Stenbolê banga kurdî kirin
- 6 baroyan jî ji bo kurdî bang kir
- Berdevka HDP'ê Gunay bang kir: Dersa kurdî hilbijêrin
- Li ser 'Dersa hilbijartî ya kurdî' sê agahiyên nû
- Mamoste Nado: Bi lezgînî gere em dersên kurdî hilbijêrin