Diyarname
Mela Kerem Soylu berî wefat bike li ser arşîvên dewleta Osmanî xebatek berfireh dabû dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de pirtûka "Di Belgeyên Osmanî de Dêrsim û Derdora Wê" hatibû weşandin, niha pirtûka wî ya din ku nîvco mabû hat temamkirin û weşandin. Pirtûka bi navê "Di Belgeyên Osmanî de Bedlîs û Derdora Wê" bi tirkî ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat weşandin.
Mela Kerem Soylu lêkolîn û deşîfrekirina vê pirtûkê kiribû lê berî temam bike wefat kir. Enstîtuyê û her wiha editorê pirtûkê Serhat Bozkurt kedek mezin da, pirtûk temam kir û gihand ber destên xwendevanan.
Di pirtûkên de belgeyên di navbera salên 1705 û 1919'an ên ji arşîva Osmanî hatine derxistin cih digirin.
Bûyerên li Bedlîs û derdora wê, ferman û biryarên wê demê ji aliyê rayedarên dewletê ve hatine dayîn di pirtûkê de cih digirin.
Serhildana Mele Selîm
Ji agahiyan belkî agahiyên herî balkêş, yan jî girîng ên di pirtûkê de agahiyên li ser Serhildana Mele Selîm in. Kurê Kerem Soylu Cesim Soylu pêşekek ji bo pirtûkê nivîsandiye û di pêşeka xwe de vê ne wekî "serhildan" wekî "berxwedarek" bi nav dike û di agahiyên belav dike de diyar dike ku berxwedana Mele Selîm berxwedaneke neteweyiye. Di belgeyan de têkiliya Mele Selîm û Abdurrezak Bedirxan ku wê demê ew li Rusyayê jî dixuye.
Di pirtûka 400 rûpelî de orjînala belgeyan jî hatiye weşandin.
Ji bo xwestinê: (0212) 621 82 00
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.